Gelo sibê dora kê ye?

Belê, malbatên ku li bakurê Kurdistanê şehîd nedabin, hema bêjin tunene yan jî pir kêm in. Lê mixabin herkes li ser mirîyê xwe digirî. Berjewendîyên siyasî, kesayetî, rêxistinî, merivatî û hezar jehr û ziqûmên din, dihêle ku ked û xwîna gellek malbatên Kurd binpê û wenda bibe. Kesên ku hefsarê serokatî yan rêveberîyê di destên xwe de digirin,  kesên herî nêzîkî xwe, kesên ku wê xizmeta berjewendîyên wan bikin, dikin namzetên şaredarîyan. Yan wê namzetên xwe ji kîsikê „tombalayê“ derxin û yan jî wê namzetên xerîb û biyanî bi „paraşûtê“ bişînin bajar û bajarokên Kurdistanê. Ê helbet ev jî hem helwestek ne rast û ne xweş e û hem jî li hesabê gellek Kurdên ku mal û canê xwe di ber vê dozê de dane nayê, li zora wan tê.

hezex nisebinKopie

Berî niha li Hezexê (Îdîl) ciwanên BDP êrîşî avanîya BDP kirin û serî hildan.

Çima?

Ji bo ku neheqî li Hezexîyan hatibû kirin û namzetê wan ne li gorî dilê Hezexîyan bû.

Îro jî li Nisêbînê heman lotik hatin avêtin.

Nêzîkî 60 endamên Meya Der ê, ji bo ku hilbijartina namzetan bê rawestandin serî li BDP a Amedê dan û nerazîbûna xwe anîn zimên. Li gor endamên Meya Der ê, bêedaletî di hilbijartina namzetan de çêbûye û divê ev bêedaletî bê rastkirin.

Wek tê zanîn, vê carê Sara Kaya bi 324 dengan wek namzeta şaredarîya bajarê Nisêbînê hat hilbijartin. Ê helbet gellek kedkar û malbatên şehîdan dilmayî dibin. Were bi salan kedê bide, xwînê bide, êşkencê bibîne, di zîndanan re rakeve û bela hinek kesên ku li ser ked û xwîna wan jiyabin bibin şaredar, wezîr û kizîr.

Di vê derbarê de kevnerêveberê BDP Îbrahîm Dîlmaç nerazîbûna xwe anî zimên û got „Em ne bê alternatîf in. Heke ev bêedaletî neyê rastkirin, emê hilbijartinê boykot bikin û hetta namzetekî serbixwe destnîşan bikin. Em serê xwe ji vê neheqîyê re natewînin“. Û endamê Meya Der ê Halîl Ozmen jî dibêje „Em tev malbatên şehîdan e. Hinek namzet ji lîsteyê derxistine, hinek namzetên nêzîkî xwe û li gor dilê xwe nivîsandine. Emê pêl xwîna zarokên xwe nekin û dev ji vê neheqîyê bernedin. Bela sextekarîyê nekin“ filan û bêvan.

Werhasilî kelam, ji berê de dibêjin „Hinek dikin û hinek dixwin“.

Lê xuyaye êdî kêr gihiştiye hestî û Kurd hew tehamilî sextekarî û berjewendperestîyê dikin.

Doh Hezex, îro Nisêbîn û xwedê zane sibê wê li kîjan bajarî lotikên serhildanê dest pê bikin.

De a bi xêr….

Nisêbîn

http://nusaybinim.com/haber/5018/nusaybin_bdpde_temayul_secimine_itiraz.html

ibrahim-dilmec

About The Author