Wekîlên BDP azad bûn, kilîlîlîlîlîlîl!

Dadgeha 5.mîn a Amedê li ser daxwaza Dadgeha Destûrê ya Tirkîyê û parêzeran, parlamenterên BDP Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Kemal Aktaş û Faysal Sariyildiz da berdan.

bdp wekil

Wey li ser xêrê be rebbî!

Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Kemal Aktaş û Faysal Sariyildiz endamên kîjan partîyê bin bela bibin, di nav kîjan partîyê de lotikan davêjin bela bavêjin, Kurd in. Ji bo me Kurdbûn bingeh e, Kurdbûn hebûn û tunebûn e. Hûn dixwazin bela Apocî yan Xalocî bin, Kalocî yan Pîrêcî bin, Metikcî yan Xaltîkcî bin, bela Kurd bin bes e. Lê helbet Kurdên xwenaskirî, Kurdên Kurdistanî bin. Bela ne Kurdên Kemalîst bin bes e, tiştên din teferûat in.

Em azadîya Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Kemal Aktaş û Faysal Sariyildiz pîroz dikin û hêvîdarin wê di demek nêz de temamê girtîyên Kurd bên berdan û azad bibin..

Lotikxane

 

About The Author