Papa fitû da, oooxxxxx!

Serokê Katolîkên Dinyayê Papa Franziskus lotikek kesanedî avêt û dilê me „Kafiran“ ango „Ateîst û xwedênenasan“ rehet kir.

papa-francescoBi şeş telaqên jinberdanê ev Papayê me zilamek di ser xwe re ye. Mêro rastîyê dibêje û li ser heqîyê ye.

Papa Franziskus, berî demakê fitû derxistibû û gotibû „Ateîst jî karin herin bihuştê“. Ango, „Kafir û xwedênenas jî karin herin bihuştê“ filan û fîstan.

Ez ateîst im, yanî kafir û xwedênenas im. Ev serê 25 sala ye ku difikirîm û min digot „Gelo ezê biçim bihuştê yan na“ û di mitale û meraqan de bûm.

Piştî ku papayê germik û nermik Papa Franziskus fitû ji me kafiran re derxist û rêya bihuştê ji me re vekir, ez bi rehetî radizêm û têr tir û fisan dikim.

Kuro her bijî ji te re ya Serok Papa Franziskus!

Bijî azadîya tir û fisan!

Bijî bihuşta gewrik!

Bimre pira siratê!

Axreta Gewrik

 

 

About The Author