Em li ”Hewldana Partiyek Kurdistanî” xwedî derkevin û wê xurttir bikin

Belê, DDKD daxuyanîyek qerase belav kir û dest bi lotikan kir. Li gora çawîş û başçawîşên DDKD dibêjin,ewê ji îro û pêde di nav refê HPK (Hewldana Partîyek Kurdistanî) de dest bi govend û dîlanê bikin. Ê de li ser xêrê be û xwedê wan ji lotik û zîtirkan bêpar nehêle rebbî…

————————–

Daxuyanîya DDKD

Em li ”Hewldana Partiyeke Kurdistanî” xwedî derkevin û wê xurttir bikin

Ji bo çareserkierina pirsa kurd û Kurdistanê, me wek kadroyên ji tradîsyona DDKDyê tên ji dehsalan û vir de ye ku bi navên cûda di gelek qadên jiyanê de tekoşîna siyasî, demokratîk û kulturî meşandiye.

ddkd-12-eylulBi armanca ku em bikarin xebata DDKDyê (Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşger) û hinekî din jî bi pêş de bixin û minaqaşeya avakirina partiyeke siyasî bikin, em kadroyên ku ji kevneşopiya DDKDyê tên, li hevdu civiyan. Li ser daxwaza hin hevalên me ku divê ev xebat li ser esasê kurd û kurdîstanîbûnê be û divê ev hewildan bi me tenê sînorkirî nemîne, divê bi derûdoreke berfireh re bê meşandin; me jî xebatên xwe ber bi wê hêlê ve meşand. Di vê civînê de me biryar da ku; divê ev xebata hanê bi tradîsyona DDKDyê ve ne bisînorkirî be û bi berfirehiya kadroyên derûdorên din re, li ser esasê programeke kurd û Kurdîstanî em projeyeke siyasî ava bikin.

Li ser vê biryara me komîsyoneke ji bo bangê ku ji 11 kesan pêk dihat hate destnîşankirin û li ser banga van kesan di 27ê Nîsana 2013an de civîneke berfirek hate lidarxistin. Di vê civînê de hîna bêtir jî kadroyên KIP/DDKDyê hatibûn dawetkirin û di netîceya vê civînê de jî eşkere bû ku divê li ser esasê hiqûqa kesayetiyê, kadroyên ku dikarin li ser mişterekiyên hevbeş û kurdistanî li hev bikin “Komîsyona Diyalogê ya Ji Bo Projeyeke Siyasî ya Nû” hat damezirandin.

Di netîceya xebateke bi azîm ya Komîsyona Diyalogê, li ser banga Komîsyona Dîyalogê, di19-20ê cotmeha 2013an de, civîneke berfirehtir ku ji kadroyên gelek tradîsyonên Kurdistanî pêk dihat li dar ket û bi vê xebatê re çerçeweya projeya me gîhaşt merhaleyeke din û bû xwedî hiqûqeke ku êdî bi navê ”Hewldana Partiyeke Kurdistanî” kar bêmeşandin.

Me jî wek DDKDyiyan, di wê civîne de eşkere kir ku; emê jî ji îro pê de bi vê Hewildanê re xebatên xwe yên siyasî, li ser esasê hiqûqa ferdî bimeşînin. Bi xebatên ”Hewldana Partiyeke Kurdistanî” re êdî pêwîstiya ku DDKD faliyetên xwe yên siyasî ji derveyî vê Hewildanê bimşînin nema ye. Em dixwazin ji gelê xwe re careke din eşkere bikin ku; ji niha û pê ve, emê wekî yên DDKDyî xebatên xwe yên siyasî di nava Hewldana Partiyeke Siyasî de bimeşînin; û DDKD jî dê wek dezgeheke bi karê kultur, ziman, edebiyat û dîrokê re mijûl dibe rola xwe berdewam bike. HPK, di çarçoveya siyaseta xwe de, di welatê me de hewcedarîyek girîng destnîşan kiriye. Wek Kurdistanîyên ku çarçoveya siyaseta vê hewldanê nêzîkî xwe dibînin, divê em xwedî li vê hewldanê derkevin. Ji bo pêşdebirin û avakirina vê dezgeha polîtîk a ku gelê me muhtacî wê ye, em bang li hemû kadroyên hestdar ên Kurdistanî dikin ku di nav refê vê hewldanê de cîhê xwe bigrin

05.01.2014

Imam Taşçier Serokê Giştî yê DDKDyê
Husamettin Acar Serokê şûbeya DDKDyê yê Wanê

About The Author