Nasnameya mîtolojîk

sidar jir

Di bikaranîna çavkaniyên ‘gotinê’ de mirov nikare dîrok û folklorê ji mîtolojiyê veqetîne. Wekî mînak ‘roj û agirê ku bi awayê xwe yê ‘deformebûyî’ hê jî di nava dîrok, çand û folklora kurdî de xwedî cihekî girîng e, di binyada xwe de xwedî kokên mîtolojîk in. Lewma jî mît û mîtolojî beriya nivîsê bi ‘gotinê’ re hebû.
Di heman demê de bêyî mît û mîtolojiya di Iliada û Odysseia de, ravekirin û têgihîştina çavkaniyên ‘gotin’ a Ewropî wê neyê fêmkirin an jî wê kêm be. Li ser vê binyada heyî ewropiyan jî bi tevgera Romantîkan a di dawiya sedsala 18’an û destpêka sedsala 19’an de ku bi dijberiya Serdema Ronakbûnê derketine holê, mît wekî potansiyela afirînêriyeke gelekî xurt hildane dest.
Gelek caran dijwar e ku jiyan bi çavdêriyên rasteqînî were şayesandin. Di vê dijwariyê de nivîsê tim berê xwe daye mît û mîtolojiyê.
Dema ku bo mirov êdî dev ji baweriya ji mîtan berdidin û wan ji bo ravekirin û çalakiyên xwe yên dîtir bi kar tîne, wê demê êdî mîtên ku ne diyar e kengî ketine nava jiyana mirovahiyê/civakê dibin mîtên mirî. Wê kêlîkê ew mîtên mirî dibin amûrên wêjeyê.
Ger lehengên mîtolojîk bi awayê devkî bêne ragihandin wekî berhemên ‘wêjeya devkî’ lê ku ew berhem bi awayê nivîskî bên ragihandin wê demê jî ew mîtên mirî di nava ‘wêjeya nivîskî’ de cihê xwe digirin. Herî zêde di destanan de mirov rastî hêma û lehengên mythosîk tê. Ji ber ku destan jêderk û destpêka wêjeya devkî ye, gelekî normal e ku di destanan de hêmayên mîtolojîk xwe bêhtir bidin der.
Di metnên ‘mythos’î de, metaforên ku dertên û rewşa dramatîk a mirovahiyê vedibêjin û ji berhemên çandî yên şaristaniyan pêk tên.
Digel ku baweriya bi mîtan a di metnên wêjeyî de li gorî rewşa wan a derveyî nivîsê kêmtir e jî, dîsa jî bi awayekî giştî ev mîtên hanê pîroz in.
Di wêjeya devkî de bêhtir bi çîrçîrok û fablan mîtên ku wekî ‘mîtên mirî’ têne pênasekirin, bi îxtimaleke gelekî xurt di destpêkê de lehengên wan her yek mîtek bû.
Ji aliyê wêjeya nivîskî ve ev yek bêhtir şênber e, têkiliya wêjeya nivîskî ya bi mîtan re bi destpêka nivîs û rêbazên nivîsînê re dest pê dike.
Gilgamêş yek ji wan mînakan e, ku bi kevneşopiya herî kevin a ku tê zanîn, bi nivîsa somerî derbasî nava wêjeya nivîskî bûye.
Di bikaranîna van ‘hêmayên’ dîrokî de ku Gilgamêş ji bo someriyan çi be, ji bo romayiyan Aeneas, ji bo kurdan jî Kawa heman tişt e.
Agirê Prometheus ji bo yewnaniyan çi be, agirê Newrozê ji bo kurdan heman tişt e. Ev hemû di rojên xedar ên civakan de derketine û weke ‘serdema lehengiyê’di dîrokê de cih girtiye.
Lewma jî ew lehengên navdar di hemû demên nivîsandinê de ji bo nivîsê bûne çavkaniya bestê.
Paşxaneya mîtolojiya kurdan di berhemên wekî Memê Alan, Dimdim, Newroz, Derwêşê Evdî û hwd. de çi bi giştî û çi jî wekî fragman di folklora kurdî de xwe didin der. Lê di paşxaneya nivîskariya kurdî de gelek caran pasîf in.
Mît û lehengên mîtolojîk di ziman û zemanên cuda de, li erdnîgariyên cuda hatibin vegotin jî, her mît ji bo civak û erdnîgariya xwe kodek e, çi nivîskî çi jî devkî ferq nake û ev kelepûr ‘nasnameya nivîsê’ ye.

 Azadîya Welat

About The Author