Jan 8, 2014

Rastî Tahl e Lê Rast e!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 5

devliken-faruqHeyranino!

Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û bipeyivin. Lê ji kerema xwe re dema hûn peyivîn, bila dêvê jêr û devê jor cîh neguhere…

Dema ez li nivîs û şîroveyên hin canik û camêran ku xwedêgiravî welatperwer in, dinêrim, dixwînim, bi xwe re dikevim şikê. Xwebixwe dibêjim gelo, Beşikçî Xoce dijberiya kurdan kiriye, ez lê hayil nebûme?

Hela hela…!

Eyb e, şerm e û bi ser de jî fedî ye…

Zanyarek, zanistek derdikeve, li gorî dîtin û nêrîna xwe ku tu fêda wî jî tê de tune ye, dibêje, pêncî-şêşt milyon Kurd hene, mafê wan jî heye dewletek wan hebe. Zimanê wan Kurdî ye û divê bi zimanê xwe bijîn û navê dewleta wan jî Kurdistan e.

Şoreşgerên me yên xwedêgiravî welatperwer, hêrs dibin, aciz dibin, radibin ser tapanê û êrişî wî dikin û wî bi fesadî, hesûdî, dijberî û bi xayîntî tawanbar dikin.

besikci zafer Kopie

Camêr ji me re çêr û xeber negotiye…

Camêr toqa xulamtî û belengaziyê nekiriye stuyê me…

Camêr dev neavêtiye nirxên me…

Camêr em erzan nekiriye…

Camêr negotiye hûn birayê biçûk, Tirk birayê mezin…

Tenê dibêje, hûn Kurd in, zimanê we Kurdî ye, navê dewleta we Kurdistan e û wek her neteweyên xwedan dewlet, mafê we jî heye dewleteke we ya serbixwe û azad hebe…

Jê xweştir çi heye?

Heyranino!

Ji dêleva ku hûn ê êrişî Beşikçî Xoce bikin, herin deranên xwe yên ku ji xwîna netewa we qirêj girtine, ji kemalîst û kemalîsthezan re mivred bikin; ew ên ku qibleya wan tenê Tirkî û Tirkiyetî ye…

 

Mijar ne Beşikçî ye heyran. Mijar ne kê çi gotiye jî. Mijar ruhekî neteweyî ye. Mijar dilsozî ye.

Heşayî Beşikçî, lê Beşikçî komploger, provaktor, fesad, tevlihevîhez û nizanim çi be jî û rexneyên wî neyarane, sîxurane bin jî li gorî we, hûn nikarin rastiyê biguherin. Rastî her rastî ye, her çiqasî tahl be jî û hûn ê daqurtînin.

Camêr dibêje, Kurdî Kurdan dike Kurd û bi hebûna Kurdan Kurdistan dibe Kurdistan. Ziman dilê welatekî ye. Welat bêyî dil tune ye, nikare bijî. Divê hûn ji dilê wî welatî hez bikin, biparêzin ku ew welat her zindî, her sax bimîne.

Çima ev gotin zora we dihere, hi ii?

Ji dêleva ku hûn bibêjin, rahmet li dê û bavê wî, tiştên xweş û maqûl dibêjî, hûn radibin kevir û gomeyan bi ser wî de dibarînin.

Eyb e û piçekî bi ûjdan bin!

Ez nabêjim, Beşikçî Xoce nayê rexnekirin. Na, wek her kes û kesayetan ew jî tê rexnekirin, lê li gorî edeb û şêwazeke maqûlane. Ji bo gotinên wî yên di der heqê Kurdî û Kurdistanê de, dema hûn rexne bikin, hûn di dilsoziya xwe de difetisin.

Xwe nefetisînin!

Divê Kurdistan xewn û xeyala her Kurdî be.

Gelek canik û camêrên ku pişta xwe didin partî û rêxistin û sazî û dezgeyên Kurdî û quretiyan dikin, egîdiyê dikin, bila baş zanibin ku ew partî, rêxistin, sazî û dezge ne mal û milkên kesî ne û mafê kesî tune nirxên kurdî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bîne. Di nav wan partî rêxistin, sazî û dezgeyan de jî bi hezaran Kurd hene ku tenê xewn û xeyaleke wan heye, ew jî Kurdistaneke azad û serbixwe ye. Doh jî wisa bû, îro jî wisa ye, wê sibê jî wisa be, heta em wê rojê bibînin jî wê wisa be û em ê bibînin jî…

 

 

 

 

 

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

5 Comments Already

  1. Ew kesên ku ji bo Besîkçî wisa dibêjin bila xir û gunikê wî bixun

  2. Em Kurd ci perisanin cawa karin xelke ser serê xwe bikin axa u maqul. ma bi hezaran fasistên tirk em Kustin. tirkek rabuye hinek serma dewleta xwe dibeji dinya xerabuye. lê wela hinek Kurd ne go ji besicik hesdikin wi di pesinin ji ber li diji apociyan di axive lewma. ger besikci pesne hinek tisten apociyan bida hinakan ew nas ji nedikir. ji ber dema apociyan pirtoken wi belav dikirin u di wesanen xwe nivisandinen wi derdixistin hinekan ne dixwen din. iro buna parezeren wi mal ne ketna ma sibe apoci u xuce li hev ben hune ci bikin. hun zanin we ci be sere we?

  3. devliken heyran ez heyrana bejn û balate û xalê İsmail bim veca birayê delal dewlet avakirin bi xeberdanê nabe biremino ku hûn İsmairibin ava bikin ez jî kê biwere birayê delal İsmail beşikçi êdî rexne nake dijmintiya tevgera azadiyê dike erişî şoreşa rojava dike erişî nirx ^piroziyên kurda dik e baş xerab tevgera azadiyê jibo xweseriya demokratik tê dikoşe helbet ev^jı rebazeke jibo çareseriyê pêkhatina ^we pir hêsane ji fikra dewlet bûne he nasnama kurdan nehatiye pejirandin meşrutyeta navnetevî tüne kurd li benda dewleta ku İsmail beşikçî dibeje biminin de ne kurd û nejî kurdistan bimine heger iro kurd bejin em jibo serxwebûna kurdistanê şer dikin heri kêm 50 sal jêre divê 1 milyon insan bedel divê û serkrftin jî ne diyare le asimlasyon lidare heri kem em derba ewil xweseriya xwe û nasnama xwe bidin qebûlkirin mafê perwedehiya bi kurdî bidest bixin eve nivê dewletbûnê yepaşê heta serxwebûnê en ranawestin slav û rêz

  4. heyra bixwedê birayê bazo te rast gotiye ez jî tevlî te dibin serçawiş û başçawişê lotikxanê ji kerema xwe navê min siyabend nivisa li jor ya mine bi şaşî siyaben hatiye nivîsandin ji kerema xwe hûn karibin ser rastbikin ez dê kefxweş û serxweş bibibim digel lotik û slavan

  5. law keko devliken ji kerama xzwe deste xwe deyne ser wiiiiiijdana xwe û wek kesayetek bê alî li mesele mêzeke û û mezekirna xwe deyne ser mêzînê heger dostaniya xalo İsmail û pkk ê dom bikira tu yê lê xwedî derketibayî bi sê telaqê dev ji malpera lotikxanê berdanê sedcarî te yê wî li erdê xistina û dibin erdê xistina

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: