Rastî Tahl e Lê Rast e!

devliken-faruqHeyranino!

Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û bipeyivin. Lê ji kerema xwe re dema hûn peyivîn, bila dêvê jêr û devê jor cîh neguhere…

Dema ez li nivîs û şîroveyên hin canik û camêran ku xwedêgiravî welatperwer in, dinêrim, dixwînim, bi xwe re dikevim şikê. Xwebixwe dibêjim gelo, Beşikçî Xoce dijberiya kurdan kiriye, ez lê hayil nebûme?

Hela hela…!

Eyb e, şerm e û bi ser de jî fedî ye…

Zanyarek, zanistek derdikeve, li gorî dîtin û nêrîna xwe ku tu fêda wî jî tê de tune ye, dibêje, pêncî-şêşt milyon Kurd hene, mafê wan jî heye dewletek wan hebe. Zimanê wan Kurdî ye û divê bi zimanê xwe bijîn û navê dewleta wan jî Kurdistan e.

Şoreşgerên me yên xwedêgiravî welatperwer, hêrs dibin, aciz dibin, radibin ser tapanê û êrişî wî dikin û wî bi fesadî, hesûdî, dijberî û bi xayîntî tawanbar dikin.

besikci zafer Kopie

Camêr ji me re çêr û xeber negotiye…

Camêr toqa xulamtî û belengaziyê nekiriye stuyê me…

Camêr dev neavêtiye nirxên me…

Camêr em erzan nekiriye…

Camêr negotiye hûn birayê biçûk, Tirk birayê mezin…

Tenê dibêje, hûn Kurd in, zimanê we Kurdî ye, navê dewleta we Kurdistan e û wek her neteweyên xwedan dewlet, mafê we jî heye dewleteke we ya serbixwe û azad hebe…

Jê xweştir çi heye?

Heyranino!

Ji dêleva ku hûn ê êrişî Beşikçî Xoce bikin, herin deranên xwe yên ku ji xwîna netewa we qirêj girtine, ji kemalîst û kemalîsthezan re mivred bikin; ew ên ku qibleya wan tenê Tirkî û Tirkiyetî ye…

 

Mijar ne Beşikçî ye heyran. Mijar ne kê çi gotiye jî. Mijar ruhekî neteweyî ye. Mijar dilsozî ye.

Heşayî Beşikçî, lê Beşikçî komploger, provaktor, fesad, tevlihevîhez û nizanim çi be jî û rexneyên wî neyarane, sîxurane bin jî li gorî we, hûn nikarin rastiyê biguherin. Rastî her rastî ye, her çiqasî tahl be jî û hûn ê daqurtînin.

Camêr dibêje, Kurdî Kurdan dike Kurd û bi hebûna Kurdan Kurdistan dibe Kurdistan. Ziman dilê welatekî ye. Welat bêyî dil tune ye, nikare bijî. Divê hûn ji dilê wî welatî hez bikin, biparêzin ku ew welat her zindî, her sax bimîne.

Çima ev gotin zora we dihere, hi ii?

Ji dêleva ku hûn bibêjin, rahmet li dê û bavê wî, tiştên xweş û maqûl dibêjî, hûn radibin kevir û gomeyan bi ser wî de dibarînin.

Eyb e û piçekî bi ûjdan bin!

Ez nabêjim, Beşikçî Xoce nayê rexnekirin. Na, wek her kes û kesayetan ew jî tê rexnekirin, lê li gorî edeb û şêwazeke maqûlane. Ji bo gotinên wî yên di der heqê Kurdî û Kurdistanê de, dema hûn rexne bikin, hûn di dilsoziya xwe de difetisin.

Xwe nefetisînin!

Divê Kurdistan xewn û xeyala her Kurdî be.

Gelek canik û camêrên ku pişta xwe didin partî û rêxistin û sazî û dezgeyên Kurdî û quretiyan dikin, egîdiyê dikin, bila baş zanibin ku ew partî, rêxistin, sazî û dezge ne mal û milkên kesî ne û mafê kesî tune nirxên kurdî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bîne. Di nav wan partî rêxistin, sazî û dezgeyan de jî bi hezaran Kurd hene ku tenê xewn û xeyaleke wan heye, ew jî Kurdistaneke azad û serbixwe ye. Doh jî wisa bû, îro jî wisa ye, wê sibê jî wisa be, heta em wê rojê bibînin jî wê wisa be û em ê bibînin jî…

 

 

 

 

 

About The Author