Şêro jî xwe daliqand

Heywanên heywanxaneya Endonezyayê dest bi întîxar û xwedaliqandinê kirine. Berî niha çend heywanan xwe daliqandibûn û êşkenceya ku li wan tê kirin, şermezar kiribûn.

sero1

Îcar jî şêrekî xwe daliqand û întîxar kir.

Şêro berî daliqandina xwe, nameyek vekirî ji awira gelemperî re nivîsandiye û piştre xatir xwestiye.

Naveroka nameya Şêro ev e:

„Bi navê Şêr û Şêrgeleyên Endonezyayê…

Dinya bûye berdîberdan. Ne qedir maye, ne rêz û hurmet. Berê navê Şêran hebû, qedrê wan hebû, em Şêr şahê daristanan bûn, xwedî peyv û gotin bûn. Lê îro Çeqel û Rovî, Pisîk û Keftar ketine şûna Şêran û lotikan davêjin. Piştî go Pisîk û Rovî bibin Şêr û Şêr bibin hêsîrê heywanxaneyan, ezê di vê dinyayê nim“ û xatirê xwe xwestiye.

Belê, birastî jî dinya bûye berdîberdan. Dinya çirvirîye. Herkes xwe şêr û piling dibîne. Pisîk û rovî bûne şêr û şêr bûne lîztika pisîk û rovîyan.

Ji qewla Şêro ve,

Ez jî di vê dinyayê nim!

sero

Endonezya

About The Author