Ji Lotikxanê Îdam

Berî çend rojan li Paytexta Kurdistana Başûr, Hewlêra rengîn…Ma kî dikare bêje ku ne rengîne…!

Bi lotikan rengîne…

Bi revandin û kuştina mirovan rengîne…

Bi keleh û parkên xwe rengîne…

Bi revandin û liqûnqelibandina zarokan rengîne…

Bi mast û çeqilmastê xwe rengîne…

Bi qewad û qûnekên nûjen rengîne…

Ellawekîl, wek keskûsor lê hatiye, ewqas reng ketine navhev, ku êdî bi hûrbînê jî kes nikare wan rengan ji hevdu derxîne!

Bi rastî, devê min nagere ez bêjim, bê li wê Hewlêra rengîn berî çend rojan, çi qewimiye! Lê ez wek endamekî Lotikxanê, ne wijdanê min qebûl dike û ne xew û tebata min tê, ku tiştekî li ser vê bûyerê nenivîsînim û hukmekî adil bi tewanbaran dernexînim, ma nan û dewê Lotikxanê, ne belaşe cigerim!

idam

Berî çend rojan li Hewlêra rengîn, dar li kundir ket, sor bi ser spî ket, wê erd jî bibe midik, emê jî reşa li fişan kin û di netebityê re derbas kin!

Kurdên me, qey qederê wilo li wan kiriye ku, herdem dar li serî dikeve, xwîn dirje, alozî û kuştin çêdibe, û hinek jî konên xwe li gayên reş dikin û di netebityan (çeman) re derbas dikin, ango direvin, lêbelê car-caran rev jî ne çare ye û dibe ku bibe reşî û xwelîliserî!

Berî çend rojan li wê Hewlêra rengîn tirsê dest pê kir, ket dilên dayik û bavan, ket dilên zarokan, ket dilên keç û jinan, bû pirsek li ser zimanên hemî Hewlêriyan, Dihokiyan, Silêmaniyan…Gelo wê sibe ev bûyer, ev rûreşî li ber deriyê kê be? Destên xelkê mane li ser dilên wan!  Gelo ev der ToraBora ye? Welatê Yacûc û Macûc e? Welatê bê zagon e? Mafyaya Meksîkayê ye? Ez bi telaqên Eyşokê kim, mesele wek rengê keskûsor bûye, êdî bi hûrbîn û dûrbînê jî, ji hev dernakeve!

Li wê Hewlêra rengîn, dikim û nakim ziman nagere bêjim, gelo çi rû daye? Bêhnek genî ye, ruwekî bi tenî ye, karekî qirêj e, dûrî exlaqê Kurd e, tal û zilindar e, mirovkuje wek jahra silêmanî ye!

Li wê Hewlêra rengîn, zarokek nûhatî, keçikek Kurd a negihiştî wek rîhana serê buharê, gulek nûvekirî, bêguneh, bê bext, ji ber rêjîma faşistê Sûrî revyayî, ji feqîrî, belengazî, li markêtekê kar dikir, dema karê wê dawî dibe, katjimêr heftê êvarê ji hêla şeş dêwan, şeş berazan, şeş zinêkaran, şeş kûçikbavan, şeş kurên dêleguran, ku sê ji wan birane û yek jî ji wan biran mêrê du jinan e, ê law ma lotikên jinên te ne besî qûna te bûn! De were vê ecêba kesnedî! Ew keçika delalî ji hêla wan şeş hovan de tê revandin! Wê dibin ser riya Mexmûrê û li wir!? Ma li wir çi naynin serê wê rebenê! Di wê sermê de, di wê reşê de, di wê şevê de, şeş lotikên bê-îman lêdixin û piştre jî wê davêjin ser cadeyê! Keçika lotiklêketî, dil û can jihevketî, xwe digihîne navendeke polîsan û vê serpêhatiya rûreş ji wan re dibêje, dixwîne û çavên herkesî pê digrîne, êdî bûyer bû çîrok û bû mijara medyayê!

Îro ew şeş qûnek, ew şeş ejdeha hatin girtin û li tawana xwe mikur hatin. Dibêjin xwedêgiravî, wê wan li gorî qanûna Îraqî, jimare 423, mahkeme bikin, ew jî yan îdam e, yan zindanîkirin heta hetayî ye! Ez bixwe, wekî endamekî Lotikxanê, baweriya min, ne bi hakimên Kurdistanê heye û ne jî bi qanûn û manûnên Îraqê heye, qanûnên wan lastîk e, ellawekîl li gor kêfa dilên xwe vedizilînin! Kin, kin, dirêj, dirêj! Ji ber vê yekê, û ji ber berjewendiya giştî û diweroja xelkên Kurdistanê, min wek endamekî Lotikxanê, hukmê Îdamê ji bo wan her şeş tewanbar û mucriman derxist. Ez bawerim jî ku hemî endamên encûmena Lotikxana birêz wê li ser vê biryarê imza bikin û bi min re bêjin amîîîn!

Îca ji ber tewanbar şeş kes in, bera roja şeşê Sibatê, dema gona pisîkan, saat şeşê êvarê, li meydana Şeş Çira, vî hukmê ku me daye, cîbicî bikin. Ji bo ku ev hukum ji zinêkaran re bibe ibret heta roja qiyametê!

tecawiz

 

Kurdistan

About The Author