Aha xîret ev e!

Rejîma sofîk û melayên Îranê qedexe danîn ser helbestvan Emîn Abbas û nahêlin ew helbestên xwe binivîse. Sofîk û melayên ku qaşo bawerîya xwe bi xwedê tînin û ji sibê heta êvarî li ser navê xwedê her zinêkarîyê dikin, rê li ber zimanê Kurdî digirin û nahêlin Kurd bi zimanê xwe helbestên xwe binivîsin.

emin abbas

Helbestvan Emîn Abbas ji bo ku helwesta sofîk û melayên sextekar şermezar bike, rabûye çavên xwe, guh û devê xwe dirûtine û helwestek xîretane danîye.

Hûn dibînin bê çi gunikreş li dinyayê hene ne wilo?

Emîn Abbas ji bo helbestên xwe çav û devê xwe didirû û li ber xwe dide.

Û em Kurdên bakur?

Em jî ked û xwîna 35-40 salî dikin bi qurbana dewleta Tirko û dibêjin „kî mir kî ma ji vî ve“ û Kurdistanê dikin bi qurbana Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî û Konfederasyona Rojhilata Quzê kerê.

Axir, xîret di dil û mejî de ye. Di hest û wîjdan de ye. Kesên bi xîret bin wê wek Emîn Abbas li keda xwe xwedî derkevin û darekî têxin kuna dijminan. Û kesên bê xîret bin jî ji xwe ne xema kîrê wan e..

Mahabad

 

About The Author