Aha wefadarî ev e haaaaaaaaaa!

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin xelkê navçeya Mawet a girêdayî bajarê Silêmanîyê, dîkan ser jê nakin û goştê wî naxwin.

diko2 KopieXelk qîmetek ewqas mezin dide dîkil axa ku li ketina navçeyê, li alîye qûntara çiyê, peykerê dîk ê 3,5 metroyî hatiye çêkirin. Yanî, li gor tê gotin, qedr û qîmetê ku xelkê Mawetê dide dîkil axa, nade Mam Celal, Newşîrwan Mistefa û hetta nade kek Mesûd jî.

Li gor di çîrok û çîvanokên berê de tê gotin, dijmin xwestiye êrîşî ser xelkê Mawetê bike. Lê dîkil axa berî wextê xwe bang daye û gotiye „Qîqidiqîqîîîîîîîî, şiyar bin min di we kirino, şiyar bin dijmin hate we“ û xelkê Mawetê berî êrîşa dijmin ji xewê şiyar kiriye. Û bi vî awayî xelkê Mawetê ji mirinê azad bûne filan û fîstan.

Aha ji ber vê lotika dîkil axa, xelkê Mawetê ji bo wefa û dilsozîyê goştê dîkil axa naxwin.

Li gor fitne û fesad dibêjin, ji ber ku li Mawetê goştê dîkil axa naxwin, hejmara dîkan ji jifûsa temamê Iraqê zêdetir bûye û herêm di nav zelkên dîkan de maye.

Law hey malnexerabno, heke hûn wan dîkan ser jê nekin û hejmara wan kêm nekin, sibe dusibe wê bazdin ser hev û ji bo mirîşkekê wê qûnê li hev biqetînin baba!

diko Kopie

Silkêmanî

About The Author