Rista şaredariyan û pirsa Kurdan li Bakurê Kurdistanê

Di van salên dawî de li pirr welatên rojava yên Ewropa û Amerîkayê giringiya polîtîkaya şarederiyan û desthilatdariya partiyan baş tê xuyakirin. Îro şarederiya Washington, Parîs, Moskow, Tokyo, Berlîn an Londonê di destê kê de be, ew wek serokdewletekî bi hêz û bandor in.

Li aliyê din jî qîmet û rêzdayin ji bo karê şaredariyan pêngaveke giring û pêwist e ji bo demokrasiyeke bingehînî. Ku xebatkar û serokên şarederiyan karibin pirsên gel yên kar û bar, aborî, tendirustî, ҫand û civak çareser bikin û herwiha bi pêwendiyeke xweş û aram di nav gel de bin, bêguman ev ji kîjan partî û xwedî raman bin, ji bo gel ne wiha pêwist e. Ked, xizmet, zimanekî nerm û şexsiyetî ji her îdeolojiyê watedartir in.

Bêguman di polîtîkayê de niyetên xirab jî hene. Hinek partî û hizb dixwazin bi sazûmaniya şarederiyan gel ji jêr heta jor ve kontrol bikin, da ku desthilatdariya wan zêde bibe an jî kêm nebe. Lê li welatên demokrasiyê ev leyistik ji aliyê gel ve hatiye naskirin. Mînak, li hinek welatên Ewropayê hemwelatî dengê xwe ji bo serokatiya şaredariyê li gorî xizmet û karê wan û ne ji bo partiya wan didin. Di hilbijartina tevayî de hemwelatî dengê xwe li gorî fikir, raman û sempatiya xwe didin partiyekê. Lewra jî partiyên polîtîk êdî endamên xwe yên naskirî û xwedî karîsma dişînin bajaran, da ku ji bo serokatiya şaredariyan werin hilbijartin.

Bajarên mezin di destê kê de bin, ev qedera polîtîkaya welatekî nişan didin.

Ku em werin ser meseleya Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, tê xuyakirin ku partiya desthiladar AKP têgihiştiye ku gel li her gundekî, taxekê, bajarekî biҫûk an mezin girêdayî rêxistana xwe bike, ew dikarin desthilatdariya xwe li Enqerê jî dirust bikin. Lewra jî AKP ji bo hilbijartina şaredariyan di sala 2014ê de gellek wezîrên xwe û endamên AKPê yên di nav civak û medyayê de naskirî dike berendamên serokatiya şaredariyên mezin. Beriya ҫend salan ku wezîrek bibûya serokê şaredariyekê, wî ev ji xwe re wek kêmayî û bêrêzî didît. Ev di nava gel de jî wi dihat şirovekirin. Lê îro ne wiha ye.

Partiyên Kurdan di wî warî de wek her demê dereng ketine. Li şûna propagandayên mezin ku ew ”cihanê azad bikin“, bi dirustî û rêkûpêkî xizmeta rojane ya gelê Kurd li Kurdistanê bikirina, guh bidana derd û gaziyên gelê xwe, wê demê ne 6 milyon, wê 20 milyon deng bistandina.

Partiyên Kurdan jixwe ku şaredariyên li Bakurê Kurdistanê îdare bikin, gel razî bikin, êdî azadiya gelê Kurd bi xwe pêk tê. Ew wiha jî baştir dikarin xwestinên xwe bi Enqerê bidin qebûlkirin.

Bêguman ne tenê partiyeke wek BDPê, herwiha partiyên Kurdan yên wek HAK-PAR, KADEP û hwd. divê ji xwe bipirsin ka ew dikarin serokatiya şaredariyekê ji bo xwe bistînin an na. Ku niha jî derfet tine bin, divê hêdî hêdî xwe ji bo karekî wiha amade û angaje bikin.

Ҫima rêzdar Kemal Burkay nebê serokê şaredariya Dersimê?

Ku hûn dixwazin gelê Kurd azad bikin, jê re xizmet bikin, fermo gel bi aqil û mantiq qezenc bikin, şaredariyan bidestbixin û xwe îspat bikin.

Gotineke kurdî dibêje ehl yeman an beg yeman.  Ku bi rastî hertişt ji bo gel be, divê rexistinên Kurdan yên medênî û ҫekdar xwe ji nû ve ҫêbikin. Bi kurtayî, vegera polîtikvanên Kurd û partiyên wan li gund û bajarên Kurdistanê bi xizmeteke rêkûpêk ji bo gel dikare muxtariyeke xwezayî ya Kurdan biafirîne.

Piştî hinek pêngavên erenî ji bo pirsa Kurdan û demokrasiyê li Tirkiyê, Kurd dikarin bi polîtîkaya heremî û şaredariyan desthilatdariya navendî, ku hertişt girêdayî Enqerê ye, qels bikin. 

Ev raman ne nû ye. Heta di Yewnanistana Antîq de Homer an jî Herodet behsa civaka kêm desthilatdarî û kêm kontrol û bihêzbûna struktûrên wekhev li gund û şaredariyan dikin. Rêxistinên Kurdan jî di salên 60î û 70î de li ser pêwistiya pêşveçûna şaredariyan û xizmeta gel siyaset dikirin. Lê wê demê ji ber sedemên dîktatorî û ne-mirovatî şertên bihêzbûna heremî û şarederî ne amade bûn.

Lê îro ne wiha ye. Bêguman hinek gavên hêja bi ked û xizmeta hinek serokên şaredariyên niha yên wek Osman Baydemir û yên kevn wek Mehdî Zana, Ferîdûn ÇelÎk û cangoriyên kurd wek serokê şaredariya Batmanê Edip Solmaz hatine avêtin. Rêya wan dikarê bibe ilhamek ji bo polîtîkaya şaredariyan li Kurdistanê.

 

Rûdaw

About The Author