Xweserî hat, Encumena Kurdî li geştê ye

Mala xwedê û pêxemberê Ometê ava ku min xweseriya rojava jî dît. Ka em binerin bê wê çi ji Cunef 2 derkeve û wê çi poxî li wir belav bikin. Van rojan PYD xwe li ser erdê xurt dike û Encumena Kurdî jî li derve parsekiyê dike, de xwedê me bistrîne ji mejiyê encemenê.

ezsok suri Kopie

Min gotina serokê Itlifa Qûnde guhdar kir ne ji nêz û ne ji dûr ve qala Kurdan nekir û min çiqas çavê xwe gerand, pismamê me Hemîd qet di wêne de xweya nekir.

Hevalên beşarko tam 30 deqî axivîn û li ber Ban Kî Mon jî rabû û got “Ez hatime vir biaxivim, bihêl ez axavtina xwe temam bikim bê zehmet” lê Cerba efendî tenê 10 deqa axivî.

Bi wê Quranê encumen ji dêr  û ji mizgeftê jî  ma. Alfatîha ser rihê Encumana Kurdî!

Kuro lawo tiştek ji Erebê qûnreş dernakeve baba, ka wan çi ji xwe re kirine heya ji Kurdan re bikin? Ya baş ewe ku hûn vegerin ba biraderên xwe yên PYD û xwe li wir xurt bikin. Çêtire sibe hotêl jî li Cunef bi dest we nekevin û hûn pîs pîs vegerin malê û mal jî nemîne û xelas..

 

 

About The Author