Osmanê me lêborîn xwest

Yek ji serkirde û lotikvanê berê yê PKK  Osman Ocalan, beşdarî xeleka yekemîn ya programa (2ALÎ) a Rûdaw TV bû û li ser dîroka PKK û sedema cudabûna xwe çend lotik avêtin.

osman ocalanDi programê de ku roja Çarşemê bi awayekî zindî di Rûdaw de hat weşandin, Osmanê me got: „Bi dîn û îman, bi sê telaqên jinberdanê, em tevgerên çep  me şaşîyên mezin li hember rehmetî Mele Mistefa Barzanî kirin. Kesekî ku xeberên nexweş jê re negotin nema.  Ez li vê derê carek din li pêşîya hemû kesî, xwe rexne dikim. Tiştê ku ez di dîroka xwe ya şoreşgerî de pê diêşim, ez carek din lêborîna xwe ji xelkê Kurd dixwazim.  Ez bi şexsê xwe Kurdîtî ji şexsê Mele Mistefa Barzanî fêr bûm“ û pê de çû.

Allah û Ekber!

Lêborîna te li ser seran û li ser herdu çavan xalê Osman!

Lêborîn ne piçûkayî lê mezinatî ye cîgerim.

Kesên ku dîroka Kurd nizanibin qedrê Mele Mistefa Barzanî jî nizanin.

Kesên ku dîroka Kurd û Kurdistanê nexwendibin û wek wan dehşikên nav garanê tenê lotik û zîtirkan davêjin, ne qedrê Mele Mistefa zanin û ne jî qedrê temamê tekoşer û canfedayên Kurd. Ew dehşikên ku dîrokê bi xwe dest pê dikin û wek wan hespên serxweş ên Behman Gobadî bê eraq serxweş dibin, bi qasî ku qedrê Kerxanecî Misto digirin, qedrê Mele Mistefa û dîroka xwe nagirin.

Lê dibêjin „xwedê kerîm û rehîm e“.

Û dîsa dibêjin „Heta serê meriv li dîwêr nekeve meriv biaqil nabe û xwe nas nake“.

Em hêvîdarin wê temamê Kurdan wek te rexne li xwe bigirin û lêborîna xwe ji hev bixwazin.

Duhok

About The Author