Lehengên Wendayî (Zekî Adsiz)

Zindan FîdanciDi dîroka me de gelek leheng hene ku nayên nasîn. Ji ber pirî sedeman, em lehengên xwe, pêşengên xwe nasnakin. Dijbertiya navbera tevgeran nahêle ku em van lehengan nasbikin. Tevgera niha ku li Kurdistanê serdest e, PKK ye. Kî desthilatdar be rê nade jenerasyonên din. Dîrokek ji çîrok û xeberoşkan ava dike. Û nifşên nû ji bilî vê dîrokê tiştek din nizanin. Ernst Toller dibêje; “dîrok propagandaya karkiriya ye ango serkeftiya ye.” Gotina Ernst Toller rastiya xwe tu carî wenda nake. Kî biserkeve, ew dîrokê dinîvîse. Evên din jî tên ji bîr kirin. Di pirsa Zekî Adsizî de kesên ku dixwazin mîrata wî were jibîrkirin, hevrêyên wî yên berê, PSK yî ne. Zekî Adsiz yek ji pêşengên Riya Azadî/Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiye yê bû. Ev leheng di sala 1948 an de li Çewlîgê hate dinê. Zaroktî û ciwaniya xwe li vî bajarê Kurdistanê derbas kir. Ji biçûkantiya xwe ve ew yekî pêşeng bû ji bo derdora xwe. Dema ku dibistana navîn dixwend ji aliyê rêvebiriya dibistana xwe ve hate surgun kirin. Salekê li Amedê xwend. Di wê sala xwe de di bin bandora tevgerên şoreşgerî de ma. Piştî salekê dema derbasî Çewlîgê bû, ew êdî ciwanekî têr û tije bû. Piştî ku dibistana navîn qedand, li Stenbolê Beşa Çapemeniyê xwend. Piştî ku vê beşê xilas kir vegeriya Çewlîgê. Li Çewlîgê karê çapemeniyê meşand. Di vê demê de xwe di nav siyaseta legal de dît. Di serî de di nav refên CHPê de kar kir. Ji ber kîjan sedemê di nav CHPê de kar kir ez bi xwe pê nizanim. Lê dema ku em li wê demê dinihêrin, pirê kesên ku xwe wek şoreşger didîtin, di nav CHPê de kar dikirin. Ev ji ber Bulent Ecewîtî bû. Wê demê bi gotin û galegalên çep, prestîja CHPê ji bo wê demê gelek zêde kiribû. Dibe ku ji ber van sedeman be, Zekî Adsizî jî ji bo demekê di nav CHPê de cîhê xwe girt. Lê sînorên ku CHPê dida ber, ji bo wî pir teng bûn. Tengbûna siyaseta legal li gorî qalibê wî nîn bû. Jê re karên zehmettir û çalaktir lazim bû. Di demeke pir kin de, têkiliya wî bi PSKTê re çêbû. Bi derketina kovara Riya Azadî re ev tevger bala wî jî kişand. Ev hewldan tenê bi balê nema û Zekî Adsizî ket nav refên PSKTê. Ji ber zîrekiya xwe û çalakbûna xwe di demeke gelek kêm de bû endamê komîteya navendî. Heta ku têkiliya xwe bi vê rêkxistinê re birî jî, vî karê xwe domand.

ZekiAtsizPiştî serkeftina Amedê ya PSKTê, bû serokê GENEL ÎŞê. Di vê sendîqayê de gelek xebitî. Ji bo rekxistina karkeran gelek xebat meşand li Amedê. Di dawiya salên 70ê yî de, nerazîbûnên Zekî Adsiz ên li hember partiya xwe gihîştibû asta herî jorîn. Di her civînên partiya xwe de, nerazîbûnên xwe dianî ziman. Di van rexneyên xwe de li gor bîr û boçunên min, Zekî Adsiz gelek mafdar bû. PSKT ji xeta şoreşgerî pir dûr bû. Diviya xwe nêzî vê xetê bikira. Ji navê PSKTê jî diyar e ku ev rêxistin bêhtir Tirkiyeyî ye. Ji xwe helbestvanê me yî gewre Kemal Burkay ketibû antolojiyên wêjeya tirkî. PSKT di hîn xalan de gelek sist tevdigeriya. Bo nimûne em dikarin mijara şerê çekdarî bidin. Di vî warî de PSKT mebesta xwe diyar nekiribû. Êdî dem hatibû. Diviya rêxistin van mijaran nîqaş bikira. Piştî demekê Zekî Adsiz û hevalên xwe bi awayekî aşkere muxalefetê kirin. Bi navê hîzba PSKT-Muxalefeta Şoreşger karên xwe yên muxalefetê domandin. Di vê demê de di sala 1983 an de pirtûka bi navê “Di TKSPê de Keysperestî û Li Ser Rexneyekê” bi navê K. Saleh çap kir. Bi weşandina vê pirtûkê re, diyar dibû ku muxalefeteke pir cidî heye di nav vê rêxistinê de. Bi derbeya leşkerî re, Zekî Adsiz derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Li wê derê jî karê xwe yê muxalefetê domand. Em vê agahiyê ji Kemal Burkayî distînin. “Zekî di bin navê ‘li hemper keysperestiyê helwesta Lenînîst’ de xebata muxalfetê meşandiye û li hevrêyekî daye.”(Kemal Burkay, Anilar-2, rûpel 255, Weşanên Deng, 2010). Kemal Burkay li ser Zekî Adsiz a dema wî ya Rojhilat ev tişt dibêje. Ango di bîranînên xwe de giliyê dike û dibêje di wan rojên pir teng de jî Zekî nedisekinî û aloziyê derdixist di nav partiyê de.

Piştî munaqeşeyên di nav partiyê de, Zekî Adsiz bi navê TKSP-Roja Welat muxalefeta xwe domand. Û bi vî navî yanê bi navê Roja Welat rojnameyekê weşand. Di vê xebata xwe ya muxalefetê de hevalên ku wî digirtin zêde dibûn. Urfan Alpaslan jî yek ji van hevalan bû. Êdî bi navê koma TKSP-Roja Welat dihatin nasîn. Lê tenê wek komekê bûn. Piştî derbeya leşkerî kadroyên pirî rêxistinên kurd berê xwe dabûn Ewropayê. DDKD jî yek ji van rêkxistinan bû. Beriya derbeya leşkerî DDKD hêzeka gelek xurt bû li welêt. Li Ewropa di navbera PKK-Komîteya Hevgirtî ya Demkî û TKSP-Roja Welat de hevdîtin pêk hatin. Piştî hevdîtina di navbera TKSP-Roja Welat û PKK-KHDê de konsesusek çêbû. Bi vê lihevkirinê Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê(TSK) ava bû. Bi avakirina TSKê re xebatên vê xetê gurtir û geştir bûn. Di rêzbera sala 1986 an de ev kom kovara Hêviya Gel weşand. Bi rastî ev tevger bi navê Hêviya Gel dihate nasîn. Wekî ku PSKT bi navê Ozgurluk Yolu dihate nasîn. Bi şerê çekdarî yê PKKê li Bakurê Kurdistanê re, liv û tevgerek peyda bibû. Ji bo vê yekê jî li Tirkiyê bi navê Vatan Guneşî , ev tevger kovarek weşand. Ez dikarim bibêjim ku di xebatên xwe de gelek serkeftî bû ev tevger. Mîna tevgerên din nesekinî û xwest ku vegere welêt. Qet nebe jî hewldanên wan hebûn ji bo vegera welêt. Sedema veqetîna Zekî Adisiz ji PSKTê dijberiya şerê çekdarî yê vê partiyê bû. Baweriya Zekî Adsizî bi şerê çekdarî hebû. Lê nedixwist ku zû dest pê bike. Piştî ku bi pêşengiya Egît PKKê dest bi şerê çekdarî kir, ew jî bawer kir ku êdî dem hatiye. Di 1988 an de ORK li Bekaa yê hat saz kirin. Pêşengiya vê artêşê Urfan Alpaslan dikir. TSK ango ORK nedixwest ku dereng bimîne. Di sala 1988 an de komeke xwe şand Başûrê Kurdistanê. Ew çax Seddam li Helepçê komkûjî pêkanî bû. Rêyên derbasbûyîna bakurê welêt di bin xetereyê de bûn. Lê dîsa jî Urfan Alpaslan û hevalên xwe nexwestin ku bisekinin. Derbasî Bakurê Kurdistanê, bajarokê Qilabanê bûn. Tê gotin ku bi gilîkirina xwediyê malê, leşker diavêjn ser malê û şer dertê. Di vî şerî de Urfan Alpaslan û çend hevalên xwe şehîd dikevin. Bi mirina Urfan Alpaslan re, ORK derbeyeke mezin dixwe. Piştî şehîdbûna Urfan Alpaslan TSK êdî nikare şerê çekdarî bidomîne.

Şehîdbûna Urfan Alpaslan, Zekî Adsiz pir xemgîn dike. Di vê merhalê de êşa pençeşêrê laşê Zekî Adsiz dagir dike. Piştî nexweşîna xwe Zekî Adsiz êdî nema dikare karên xwe yên siyasî bidomîne. Nexweşîna wî gelek giran e û di 17 ê Avrêla sala 1990 î de jiyana xwe ji dest dide. Di 24 ê Avrêlê de cenazeyê wî tînin Çewlîgê û li bajarê xwe tê veşartin.

Em jî bi gotina wî ya dawî biqedînin; “Xebata rêxistinî û kolektivî ji dest dernexin. Berjewendiyên şoreşa Kurdistanê di ser her tiştî re bigrin û ji bo vê yekê bixebitin û dîsa bixebitin. Ji bo serkeftinê bixebitin.”

 

Amîdakurd

About The Author