Li bin dara gûzê, evîn…

Li hinek herêman dara gûzê bûye şahîdê evînên wê deverê. Helbet dema mirov dibêje evîn dilê mirov hinekî dilerize, ez bawer im niha her kes evîna xwe ya piçuktîyê, an evîna ku bihîstîye tîne bîra xwe.. Gelo evîn hew a jin û mêran e.? Cûreyên evînê hene.  Qey evînîyek ku li ser welêt hatibe jîyîn nabe. Nabe ku li bin dara gûzê evîna welêt  û yan jî ya jinek û mêrekî hatibe jîyîn. Bi her awayî jî dibe ku hatibe jîyîn.

sevda

Ez dixwazim di vê gotarê de li ser du hestan hinek gotinan vebêjim. Li cem Kurdan gelek evîn hatine jîyîn. Bûne efsane, bûne destan û hwd. Lê mixabin ev destan û efsane hew li ser hinek tekstan yan jî li ser hinek pirtûkan mane. Heya niha nebûne fîlm, nebûne şano û hwd. Ji bûnewerî  virde, Kurd li dîroka xwe ya nivîskî xwedî derneketin, belkî sedem gelek bûn, carna ne bi destê wan bû, lê belê bi salan e hîn ev çîrokên mezinên milletê me nayên tomarkirin. Yên ku hatibin tomarkirin jî nayên xwendin. Hinek nivîskar em dikarin bibêjin van agahîyên dîrokî bi şiklekî nivîsandine. Lê têra nifşêkî nû nake. Mixabin di destê me de gelek agahî tunene. Lê belê bi gotinên devokî heya îro ew evînên ku bûne destan, efsane  me bihîstine. Em dikarin bibêjin di van demên dawî de hinek pirtûk li ser van destan û efsaneyan hatine nivîsandin. Gelo em dizanin ku dîroka me bi evînên me ve hatiye girêdan. Di gelek deman de li ber dijminan gel rabûye serhildanê, lê di wê demê de dîsa jî hestên xwe yên evînî jîyaye. Dev ji hestên xwe bernedaye. Him şerê xwe kiriye him jî eşqa  xwe jîyaye.  Dem bûye ji hestên xwe yên evînî di şeran de serketiye, dem bûye birîndar bûye, hatiye kuştin. Zilam heta carna ji bo evîna xwe împaratorîyek hilweşandiye. Împaratorî tim bi destê zilaman ava bûne, lê bi destê jinan hatine hilweşandin. Helbet mecazî ye ev gotin. Yanî jin bi xwe neçûye û hilneweşandiye. Lê belê mêr ji ber hestên xwe yên ji alîyê jinan ve dewleta xwe hilweşandiye. Di rêya hestên xwe de meşîyaye.

Mezinên me bela sebeb negotine heger ku dilê jinan bixwaze dikare zilamên xwe  bike wezîr, bixwaze dikare bike rezîl. Em dibînin ku di dîroka gelek milletan de mînakên wisa hene. Helbet di nav gelê Kurd de jî mînakên wisa hene. Belkî em nikarin bibêjin dewletek hilweşandiye lê belê gelek mêr di van rêyan de hatine kuştin.Ev kuştin carna bûye sedema doza xwinrîjandinê û ev neyarî bi salan dewam kiriye. Jin û mêr herdu jî ebdekî taybet in. Hest helbet ji bo wan hene. Me qala dara gûzê di serê nivîsê de kir. Lewra dara gûzê li hinek deveran ji kesên evîndaran re bûye wek sembolekê. Gelek kes di bin sîya dara gûzê de ketine xewn û  xeyalan. Carna jî dara gûzê li serê hinekan bûye bela. Di pirtûka bi navê Şevbihêrkên Şevên Xalî de behsa gûzê bi çîrokekê derbas dibe. Di çîrokê de qala gûzê bi kurtasî wiha derbas dibe; Mirovek rojekê çûye ku ji darên gûzê gûzan daweşîne, derketiye ser dara gûzê,  di wê demê de di navbeyna leşker û hevalan de pevçûnek derketiye. Mêrikê ku xwedîyê dara gûzê ye,  ji ber pevçûne li ser darê maye û daneketiye, îcar haya leşkeran ji mêrik bûye û gotine; Tu kî yî çi îşê te li wir, li ser darê heye? Mêrik pirs bersivandiye û gotîye; Ez gûzcî me! Lê belê peyva gûzcî me, leşker bi zimanê Tirkî fêm kirîye û gazî fermandarê xwe kiriye û gotiye ku ev mêrik Gözci ye! (Çavdêr). Ji bela peyva ‘gûzcî me’ mêrik hatiye binçavkirin û ketiye hepsê. Yanî dara gûzê carna bûye sedema bûyerên wisa jî. Helbet carna dara gûzê bûye helbest, stran û çîrok. Ji wan çendek mînak;

ceviz-agaci_172218
Loy delal, loy delal, ez ê bimrim li vê payîzê
Hûnê tirba min bikolin li bin dara gûzê,
loy delal loy delal..û hwd.
Hinekan gotine;
Heval li bin dara gûzê ketiye xeweke kûr û di bin xewn û xeyalan de ji hal ketiye….
Hinekan jî gotine;
Keçika li bin dara gûzê,
Ê de wer min bixwaze,
Dilê bavê te naxwaze te nade min delala min, berxika min,şêrîna min….
Yek ji wan  jî li ser dara hejîrê ye;
Hejîra me reş e
Lêlêlê lêlê lêlê
Delala me reş e
Dar hejîrokê
Xem revînokê..û hwd.

Eşqên  alîyê devera Mêrdînê li bin dara gûz û hejîran hatiye jîyîn. Pevçûnên wan jî dîsa dibin van daran de bûne. Carna ji hevdu li bin van daran hezkirine, carna hevdu kuştine, carna jî hevdu veşartine.  Ji bilî van xisûsiyetan jî ji hêla folklorîk ve jî ciyekî din yê dara gûzê heye ku dema bûk tê siwar kirin û li devê deriyê mala zavê berbûk tên pêşiya wê, berî ku ew ji hespê dakeve, daxwaza xelatekê dike. Divê ji terefê mala zavê ve tiştek bê dayîn. Di vir de bazariyek di navbera bûkê û mala zavê de dest pê dike û eger di vê bazariyê de bûk bi tiştekî qayil nebe, îcar dara gûzê tê dayîn ku ev jî xelata herî mezin e û piştî dayina dara gûzê êdî tu hinceta bûkê namîne û ji hespê yan jî ji erebeyê peya dibe. Yanî dara gûzê gotina dawî ye û di roja îroyîn de jî hin caran wek gotineke îdyomîk jî tê bikar anîn ku dibêje, ”Me dara gûzê da te”. Yanî, gotin qediya. Darên gûzê gelek bi qedir bûye. Ji ber vêya  ji darên guzê mobîlya jî hatine çêkirin. Û ji xwe tembûrên herî baş ji dara gûzê çêdibin.

Lê tiştek heye ku darên gûz û hejîran zindî bûne şahidê evîn û kuştinên wan. Mixabin ev çûn, lê hîn dar û berên wê deverê hene û zindî ne. Gelo heger devê wan daran hebûya wê ji me re çiqasî qala çîrokên wan bikirana. Lê mixabin zimanê wan tuneye, lê zarok û nevîyên wan  insanan hene, heta niha hinek  mirov  li ser çîroka babîr û dapîra xwe agahî kom kirine û bi milletê xwe re parve kirine.

Ji vana yek jî nivîskar Enwer Karahan e, di pirtûka xwe ya  bi navê Siwarê Şînbozê Êlas Efendî de  qala dîrokekê û jîyanekê bi kurtasî dike. Ev jîyan, eşq  û şer li alîyê çîyayê Dêrîkê derbas dibe. Xebatek taybet û hêja ye. Lê ez bawer im ku li her deverê welatê me hîn gelek çîrokên weke yên navborî ku hatine jîyîn hene. Divê xebatek kûr û dirêj bên kirin. Belkî hinek kes wê bibêje ev rexneyek tûj e, lê ne rexne ye hew pêşnîyarek piçûk e. Lewra ew mirovên hêja ne hew malê malbatekê ne. Ew bûne malê milletekî , ji ber wîya mafê her kesî li ser jîyana wan heye. Çimkî  wan ji bo milletekî  şer kirine, koçber û pênaber bûne, jîyana xwe ji dest dane. Lazim e nifşên nû jî xwedî li wan derkeve. Him binivîsîne, him bixwîne û him jî derbasî zarokên xwe bike.

About The Author