Nifşên berê,nifşên nû û xebata zimanzaniyê

sami tanEv dem û hemû demên we xweş bin gelî xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.  Di vî quncikî de ez dixwazim ji niha pê ve car caran hinek bîr û boçûnên xwe yên der barê ziman qadên cur bi cur ên zimanzaniya kurdîde bi we re parve bikim. Digel mijarên rêziman û rastnivîsê, ez dixwazim der barê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, mafê perwerdehiyê, hinek mijarên din ên têkildarî zimên de jî hizir û ramanên xwe, dîtin û nirxandinên xwe pêşkêşî we bikim.

Di warê naskirina zimanê kurdî û rêzikên zimanî de xebatên min di salên 1990’î de dest pê kir. Belkî berî wê jî em dilxwaz û hezkiriyên zimanê kurdî bûn (ji sala 1980’yî ve têkiliya min bi xwendin û nivîsandina bi kurdî re heye), lê belê  min bi xwe di sala 1993’yan de bi awayekî çalak û birêkûpêk di Welat de dest bi xebata bi kurdî kir. Nifşê berî me yên ku me bi hev re xebat kiriye kesên mîna Apê Feqî, Mele Îsmet Kiliçarslan, Celalettîn Yoyler bûn. Wekî din bi awayekî nivîskî me ji berhemên der barê rêzimanê de yên kesên mîna Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamûran Bedirxan, Sadiq Bahadîn Amedî, Reşîdê Kurd, Dr. Şivan, Kemal Badıllı û Qanatê Kurdo sûd wergirtiye.

Ji bilî van, gelek pirtûkên ku der barê zimanê kurdî derketine, çi bi kurdî, çi bi tirkî, çi jî bi îngilîzî di ber destên min re derbas bûne. Bo nimûne  ji pirtûka Dersên Kurdî ya Baran (Kemal Burkay), pirtûk û ferhenga Baran Rizgar, ji Kurdish Dialects a D.N MacKenzie, rojnameya Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ji berhemên  lêkolîner û zimanzanên mîna Murad Ciwan, Deham Abdulfettah, Selîm Biçûk, Fêrgîn Melîk Aykoç û gelekên din sûd wergirtiye.

Ji bilî van, gelek pirtûkên ku der barê zimanê kurdî derketine, çi bi kurdî, çi bi tirkî, çi jî bi îngilîzî di ber destên min re derbas bûne. Bo nimûne  ji pirtûka Dersên Kurdî ya Baran (Kemal Burkay), pirtûk û ferhenga Baran Rizgar, ji Kurdish Dialects a D.N MacKenzie, rojnameya Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ji berhemên  lêkolîner û zimanzanên mîna Murad Ciwan, Deham Abdulfettah, Selîm Biçûk, Fêrgîn Melîk Aykoç û gelekên din sûd wergirtiye.

Ez bi xwe ji nifşê berî xwe hînî gelek tiştan bûme, her wiha hevalên di Welat, Welatê Me, Azadiya Welat û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de em bi hev re xebitîne, min ji tecrûbeya heval û hogirên xwe yê xebatê jî sûd wergirtiye. Sûda ku min ji van çavkaniyan wergirtiye û danûhev û tecrûbeya min bi xwe bingeha xebata min a der barê ziman û rêzimana kurdî de pêk tînin. Ez baş dizanim ku mirovek çendî jîr û jêhatî be, nikare her tiştî bibîne, lewre jî divê li derdora xwe binêre, ji kesên berî xwe û ji kesên li derdora xwe ya di vî warî de xebatê dikin sûdê wergire. Ev yek ne nîşana qelsî ye, nîşana xurtî û bixwebaweriyê ye.

Lê ez bala xwe didimê nifşên nû, nemaze ew li zanîngehan xebatên kurdî dikin, zêde bala xwe nadin xebatên berî xwe, hewl didin ku her tiştî ji xwe bidin destpêkirin. Bo nimûne yek radibe, dibêje, “Fîlan tişt heta niha kesî negotiye, cara pêşî ez pêşkêş dikim”, ez dizanim ku ne wisa ye. Ez dizanim ku di pirtûka min de heye û berî min jî hinekan li ser wê mijarê nivîsandiye. Yekî din radibe di pirtûka xwe de têgihên ku min dariştine bi kar tîne, lê pirtûka min di referansê de nîşan nade….

Berî çend rojan ez pê hesiyam ku hin heval li ser formeke tewanga navdêrên nejimêrbar hev pîroz dikin, wan digot, “Ji bilî Celadet kesî cih nedaye vê formê, min dizanî ku ne wisa ye, ez li pirtûka xwe vegeriyam, min bala xwe dayê, di rûpela 115’an de ev mijar hatiye ravekirin, lê ev kesên ku xebata akademîk dikin, haya wan ji vê yekê nîn e û bi awayekî ji nava têr qala keşfeke rêzimanî dikin.

Helbet gelek formên ku ez jî û tu kesên din jî pê nizanin hene, lê ji bo vê yekê divê ev lêkolînerên me dakevin qadê, li Kurdistanê di nav gel de xebatê bikin. Pêşî divê rê û rêbazên lêkolînê û teoriya zimanzaniyê fêr bibin. Li gorî wan teknîk û rêbazan dakevin qadê, xebatên lêkolînî bikin.  Divê wekî oryantalîstan an jî wekî karmendên dewletê nêzî mijarê nebin, wekî têkoşer û şervanên dozekekê nêzî mijarê bibin.

Nifşên berê (nifşê me jî di nav de)  li derveyî qada akademîk a fermî dûr bûn, her wiha ji ber mercên siyasî ji welêt jî dûr bûn.  Her kes dizane ku li Tirkiyeyê deriyê qada akademîk a fermî ji kurdan re girtî bû. Ji ber vê yekê kurdan bi têkoşîna xwe hinek qadên alternatîf ava kirin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê yek ji van qadan e. Li Kurdistanê niha gelek saziyên bi vî rengî ava bûne. Ev yek cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Li aliyê din deriyê qada akademîk a fermî jî nîvçe be jî, li ser dek û dolaban be jî, li ber kurdan vebûye. Kesên ku di vê qadê xebatê dikin, divê bizanin ku ne di bin per û baskên dewletê de be jî, ji derfetên darayî yên dewletê bêpar bin jî,  kurdan bi vîn û îradeya xwe hinek sazî ava kirine û bi salan e di vî warî de xebatan dikin, berheman didin.

Îro derfetên wan kêm bin jî, ji ber nebûna derfetan qels û lawaz ketibin jî xebata ku ew dikin divê ji vê tecrûbeyê sûdê wergirin. Kesên ku dixwazin ji bo kurdî xebatê bikin divê bibin têkoşerên zimanê kurdî, li dijî pişaftin û xwepişaftinê, li dijî dek û dolabên dagirkeran hişyar bin û serî netewînin. Em ji nifşên berî xwe hînî vî tiştî bûn, wan di ber vê dozê de giyanê xwe yê pak da.  Qet nebe em hurmetê nîşanî xebat û keda wan bidin.  Bo nimûne çima tu kes teza xwe li ser xebatên van kesan amade nake, lêkolînên wan ji Hawarê bivirdetir nayên? Ma qey astengiyek heye yan ji tiştekî ditirsin?

Divê em vê yekê tu caran ji bîr nekin. Bi van bîr û baweriyan ez xatirê xwe ji we dixwazim, heta nivîseke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

About The Author