Xalê me Dîcle bû ÇOPÇÎ!

Êdî şerm û fedî nemaye. Herkes rûyê xwe yê reş eşkere dike û pêl serê 101 bavê Kurdan dike. Kurdistan, serxwebûn, welat, azadî, ji bo wan tiştên hêç û pûç in. Xwîna 50-60 hezar Kurd, şewitandina 4 hezar gundan, talankirin û wêrankirina xaka bav û kalan, ango Kurdistan ji bo wan wek silek rîx û gû ye. Li ser wî navî mezin bûn, bi wî navî bi hêz bûn û îro jî bi ser wî navî, bi ser wê dozê de dirîn û diherimînin.

Axir, ne li ser bextê me be, li ser bextê rojnameya Cûmhûrîyet a Tirko be. Rojnama Cûmhûrîyetê hevpeyvînek qerase bi Hatîp Dîcle begefendî re kiriye. Hatîp begefendî di hevpeyvîna xwe de bi kefenê 101 bavê serxwebûnê de mîztiye û ew avêtiye teneka zibil, yanî teneka çopê.

AW000416

Xalê we Hatîp Dîcle di hevpeyvînê de gotiye: „Tu daxwaza Ocalan û Kurdan tuneye ku yekîtîya Tirkîyê parçe bikin (ji mêro we ye tenê mirîdên cemaeta wan Kurd in). Me ji zû de fikra serxwebûnê avêtiye selika zibin (teneka çopê). Ji ber li Stenbolê 2,5 milyon Kurd dijîn. Em Xwelîserîya Demokratîk ne tenê ji bo xwe, lê ji bo Kurdên Stenbolê û Tirkên Malatyayê dixwazin“ filan û fîstan û quzê kerê.

Belê, Hatîp Dîcle û cemaeta xwe serxwebûn ji zû de avêtine selika zibil û pê de rîtine. Li şûna serxwebûnê, Xwelîserîya Demokratîk ji bo Kurdên Stenbolê û Tirkên Malatyayê dixwazin.

Kuro hey te serê Kurdên xwelîser xwaro, ma tu ji bo Xwelîserîya Demokratîk di qulîka hepsê de dijî? Ma ji bo mafê Tirkên Malatyayê tu di hepsê de volta davêjî cîgerim?

Belê, xalê me Hatîp Dîcle terfî kir.

Bû çi?

Bû çopçî!

Ji wekîltî û parlamenterîyê derbasî çopçîtîyê bû!

Hem jî Çopçîyê Xwelîserîya Demokratîk!

Ji îro û pê de kî behsa serxwebûna Kurdistanê bike, wê Hatîpê me bi melkesê wan bimale û têxe selika zibil.

Wey pîroz û bimbarek be rebbî!

Amed

http://www.cumhuriyet.com.tr/koseyazisi/36117/Hatip_Dicle___Tek_silah_patlarsa_Erdogan_yerinde_kalamaz_.html#

About The Author