EZ

AslanEz şêrê Kurdistanê me, qebûl nakim bindestî

Çar terefê me dijmin e, bi rastîne ne bi qestî

 

Di şer û cengê giran de, qet min lavlav nexwestî

Ji rizgarîyê nagerim, bimênim ra û hestî

 

Di nav cîyan de namirim, diçim mirin bi zanetî

Bi sed sala zilm û zor e, yek kêlîyê ne ketî

 

Her yekî li mahnekê ne, li ber xefkê veketî

Lê emê çavên wan derxin, ranazim ser tewandî

 

Ev xaka şêrin û ciwan, em bi xwînê av didin

Li her çar parçê Kurdistan, emin şehîdan didin

 

Bostek ji vê axa pakij, bi dev dijmin em bernadin

Bê şik me îman pê heya, emê serxwebûnê  bijîn

 

17.12.84.

 

About The Author