Here name û were name

Belê, vê heyamê çûn û hatina nameyan zêde bûye. Û helbet qasid û navgîn jî pir in, lingekî wan li Îmralîyê û lingê din jî li Qendîl û Hewlêrê ye.

name Kopie

Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan nameyek qerase ji serokê Kurdên dinya û axretê birêz Barzanî re şandiye. Em naveroka nameyê baş nizanin, lê dibêjin xwedêgiravî giranîya naverokê li ser Kongreya Netewî û filan fîstan e.

Û dîsa li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin serok Barzanî jî bersiva nameya Ocalan daye û trafîqa nameşandinê xurt bûye. Êdî name li lempa sor jî nasekinin û vize viza wan e.

Axir, em hêvîdarin wê tiştekî xêrê ji van nameyan derkeve..

Ê de ya bi xêr…

 

About The Author