Raya min ji xaltîka Makbûle re ye

Belê kezebno, şaredarên me yên jin pir in. Û ji xwe wê di hilbijartinên îsal yên meha Adarê de hê jî zêdetir bibin. Lê muxtarên me yên jin kêm in û xaltîka me Makbûle Fîdan yek ji wan muxtaran e.

jinmuxtar

Xaltîka Makbûle 16 sal berê çûbû cem muxtarên navçeya Qulpê ji bo ku pirsgirêkek xwe çareser bike. Lê muxtarên taxê nikarîbûn derdê xaltîka me Makbûle derman bikin û ev bû sedema ku Makbûle Fîdan bibe muxtar.

Xaltîka Makbûle 58 salî ye û ev 15 sal in ku li navçeya baglar a Amedê muxtarîyê dike. Makbûle xanim biryar daye ku îsal jî bibe namzeta muxtarîyê û tirrê ji dijberên xwe yên mêr berde, wan tirrek û fisek bike.

Ez we nizanim, lê ez bi serê bapîrê xwe Mihyedînê Kerçirên kim, ezê raya xwe bidin xaltîka Makbûle Fîdan.

Çima hûn zanin?

Ji ber ku navê wê Makbûle ye!

Yanî, makûl û Makbûle ye.

Hem fanêran dihûne, hem jî înternetê zane.

Ma ka muxtara wilo?

Amed

About The Author