Wey şikir ji xwedê re!

cemil-cewherBelê, nêzîkî 5 meh bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas bûn, lê heta niha jî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin.

Belkî di tu welatan de nehatiye dîtin ku di nava pênc mehan de hikûmetek neyê avakirin. Lê di nav Kurdan de ev sosret dibin. Ji ber ku berjewendîyên kesayetî, eşîrtî û partîtî li pêşîya berjewendîyên netewî ne, hikûmet jî dereng ava dibe. Ev jî nîşan dide ku Kurdan hê jî Kurdên berê ne û ne di zanebûn girîngîya erkên netewî de ne. Zanibin jî li hesabê wan û berjewendîyên wan nayê.

Li gor fitne û fesadên başûr radigihînin, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev kirine.

Li gor agahîyên dîk û mirîşkên başûrê Kurdistanê, Tevgera Gorran razî bûye ku serokê parlamentoya Kurdistanê werbigire û cîgirê serokwezîr jî ji YNK be.

Li gor agahîyan, PDKê jî qebûl kiriye ku wezareta navxwe bibe pişka Gorranê bi şertê ku kesê dibe wezîrê navxwe divê hemû alî jê razî bibin.

Kilîlîlîlîlîlî, wey maşelle!

Kurdekan piştî lotik û zîtirkên 5 mehan, li hev kirine (heke ne derew be) ku hikûmetê damezrînin.

Yaw çi lez û ecela we hebû kaka?

We bihişta bela 4-5 salên din hikûmet bihata avakirin, ma lez û beza we çibû?

Yan gur û keftaran dabû dû we?

Hewlêr

About The Author