HUDA-PAR lotikek li başqanê me xist

Belê, berberî û rikberîya navbera PKK(Ocalan-BDP) û HUDA-PAR (Hizbûllah) berdewam e. Şerê salên 90 î heta bi îro didome û herdu alî car caran hevdu didin ber lotik û zîtirkên kesanedî. Di salên 90î de di şerê herdu alîyan de bi hezaran welatparêz û Kurdperwer hatin qetilkirin. Lê balkêş e, tenê welatperwer û Kurdperwer hatin kujtin. Heta îro jî herdu alîyan rêveberek yan kadroyek hevdu nekujtine. Li ku welatperwerek û Kurdperwerek hebû, ew hat qetilkirin û meydan ji welatperwerên Kurd hatin valakirin.

Axir, yek ji serokên HDP (Halklari Dewşîrme Partîsî) Sirri Sureyya Onder çû tewafa Îmralîyê û bi başqan Ocalan re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de başqanê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan lotikek li HUDA-PAR ê xist û tirr ji wan berda.

hudapar KopieBaşqanê Demokratîk Cimhûrîyetê sayin Ocalan, di hevdîtinê de peyamek germik û nermik ji HUDA-PAR a îro û „HIzbûllah“ a doh“ re şand û got: „Way way way, wan sofîkan lotikên xerab avêtine, divê ji xelkê lêborîna xwe bixwazin babam, ma tiştekî belaş heye. Divê lêborînê bixwazin ku karibin di siyaseta legal de lotik û zîtirkên azad bavêjin“ filan û fîstan.

Piştî ku Sirri Sureyya Onder ev peyam belav kir, çawîş û başçawîşên HUDA-PAR ê rabûn ser tapanan û başqanê Kurdên sererd û binerd Ocalan dan ber lotik û zîtirkên Hizbûllahkî.

Di vê derbarê de Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PAR ê cîgerim Seîd Şahîn, çend lotikên bêîman li başqan Ocalan xist û ew da ber şeg û pekan.

Çi got Seîd Şahîn efendî?

Got: „Way way way, mêro şûjina di çavê xwe de nabîne, lê derzîya di çavê HUDA-PARê de dibîne. Ocalan bela destpêkê hesabê kujtina bi deh hezaran kes bide û rexne li xwe bigire. Piştre kare HUDA-PAR ê rexne bike. Ma ne ew bû ê ku digot „Me 15 hezar hevalên xwe kujtin?“ filan û fîstan.

Seîd Şahîn efendî piştre got: „Dogu Perînçek (Serokê Partiya Karker) û Yalçîn Kuçuk aqilmendên Ocalan efendî bûn û îro ew xiyar ji ber doza Ergenekonê di girtîxanê de ne. Şikir ji xwedê re, tucarî aqilmend û şêwirmendên çeteyên wek Ergenekonê nebûna para HUDA-PAR ê“ filan û xeftan.

Axir, berdevkê HUDA-PAR ê Seîd Şahîn, lotikek qerase li başqanê me xist û got: „Divê Ocalan tobe bike û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze. Ew bi devê xwe dibêje ku ew „taşeronê“ hêzên tarî ye. Bi navê azadîya jinê namûs bi Kurdan re nehiştiye, bi qûnek, bîseksuel û transseksuelaran re partî ava kiriye û dixwaze Kurdan di nava vê partîya dewşîrme û qûnek de bike çeqilmast. Ocalan li dijî gelê Kurd her cûreyên teror û şîddetê ecibandiye û serokê wê zilmê ye. Ocalan hê di balafirê de teslîmî dewleta kûr bûye û eşkere kiriye ku ew neferê dewletê ye. Ji xwe hewce nake ez behsa vîdeoyên wî û mikurhatinên wî bikim, ew ji Tirkekî nîjadperest zêdetir Tirk e. Gava meriv li vîdeoyên wî temaşe dike, ji xwe, ji insanetîya xwe û ji Kurdbûna xwe şerm û fedî dike“ filan jehr û ziqûm.

Seîd Şahîn di dawîya bersiva xwe de eynen ev got: „Serokê Hizbûllahê bi şerefa xwe canê xwe di ber doza xwe de feda kir. Lê Ocalanê tirsonek hem xwe, hem gelê xwe û hem jî doza xwe firot“ û mîrkutek qerase li nav serê başqanê me xist wesselam…

Ez serê xwe û we neêşînim, PKK, Ocalan û HUDA-PAR wek dîk û mirîşk rabûne hev. Îcar wê kî pelûlê bi serê kê de birjîne  tenê xwedê û melkemot zane. Lê xwedê bikim dîsa Kurd şerê hevdu nekin…

Sêrt

About The Author