KOMELEYA PARASTIN û BIPÊŞVEBIRINA YEKÎTIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN û NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK (PYR)

Komeleya Parastin û Bipêşvebirina Yekîtiya gelên Rojhilata Navîn û Navenda Lêkolînên Stratejîk (PYR) hate damezrandin.

Roja 12.02.2014an bi serlêdana fermî, Navenda Lêkolînên Stratejîk û Parastin û Bipêşvebirina Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn (OHAK-DER), bi serokatiya nivîskar û ramyar M. Burhan Hedbî hate damezrandin.

ohak Kopie

Armancên Komeleyê;

       Derbarê çimayên (sedemên) wendabûna huqûqê brayetî û destpêkirina bêasûdeyî û nearamiya di nava gelên rojhilata navîn de vekolîn..

       Bersiva pêwîstî û pêdiviya raya giştî û derdora politikaya derveyî de ji bona rawestandina xwînrêjî û kuştina brayetiyê..

       Ji bo parastin, xurtkirin û bipêşdebirina yekîtiya gelê Rojhilata Navîn û di vî warî de xebat, alîkarî û pişgiriya kes û saziyan

       Ji bo dawîlêanîna dijminayî ya xwînê û rêlibergirtina dijminayiyên nuh de xebat û avakirina projeyan

       Ji bo perwerde, çand, bi hemû rê û rêbazên nû çalakiyên civatî bi hevre bêne birêvebirin û ji bo serastkirina kêmaniyan avakirina projeyên nuh dixebite.

Serokê Komeleyê yê avakirinê M. Burhan Hedbî, wê di pey re daxuyaniyek berfireh pêşkêşî raya giştî bike.

 

About The Author