KURTEJÎYANA HUNERBAZÊ KURD ‘’TALHET HEMDÎ’’

‘’Talhet Hemdî’’ di Sala 1941an de ji dayîk bûye. Derhêner û hunerbazekî Kurd e, ji Kurdên Sûrîyê ye

Navê wî yê resen ‘’Talhet Hemdî Kaka’’ye. Ew bixwe di sala 1941an de li ‘’Paytexta Sûrîyê’’ li ‘’Şama Şerîf’’ li ’’Zebedanî’’ ji dayîk bûye.

Di 1 Adara sala 1968an de tev li Encamên Hunerbazên Sûrîyê bû, karê wî di hundirê tilvîzyonê de bû, lê heya wextekî dirêj pê re çû. Ew di tecarubê derhênerî de derbas bû , lê bixwe heya dawîyê wî dirêj nekir.

Ji ber ku di sazîya derhênerîyê de ji wî bihêztir û qewettir hebûn, li ser derhênerên tilvîzyonan. Ji bilî vî tiştî, wî fîlmek bi navê ‘’ Terabîş’’ çêkir. Ew fîlm li dijî sîyaseta di hundirê Sûrîyê de bû. Ji ber fîlmê xwe ew hat girtin û kete zîndana Sûrîyê.

telhet KopieLê dema wî ‘fîlmek’ çêkir, dîsa wî helwesta xwe xist ser  û li ser ‘’Dadgehên Serfirazîya Mamosteyan’’ çêkir. Lê encamên mamosteyan dîsa li dijî wî rabûn û nameyek li dijî ‘Talhet-Hemdî’ nivîsandin. Wî nema karîbû pêşbazîya wan kompanîyên mezin bike. Ji ber ew kompanî pir mezin û gir bûn û xwedanên wan komanîyan pir dewlemend bûn, xudan pare û bi qewet bûn.

Weke tê nasîn, wî hazirîya çêkirina fîlmekî dikir, ji ber ku ew wextekê di sazîya derhênerîyê de kar dikir.

Wî û hevalên wî hazirîya sazîya fîlmekî mezin û dîrokî dikirin.

‘’D. FADIL AL-AYOUBÎ’’ nivîskarekî pir mezin e di hundirê Sûrîyê de. Wî hazirîya nivîsa fîlm dikir û ‘’Talhet Hemdî’’ di vî fîlmî de ‘’hunerbazekî dîrokî” dihat xuyakirin.

Gelek mirovên jîr û zana li ser vî fîlmî rawestîyabûn ji ber ku ev fîlm li ser dîrokek pir mezin dihat xuyakirin. Di dîrokê de û li cîhanê tev dinasîn û pir pê re mijûl bibûn. Ji ber ev fîlm li ser dîroka Cenga Şerê ‘’Meyselonê’’ bû li Şamê. Dema qehremanê Kurd’’Yousif-Al-Hazime’’ di sala 1920 an de piştî şerê yekemîn li cîhanê li dijî Fransîyan rabûye.

Navê filimê” AGÎD Û MÊRXAS -YOUSIF-AL-HAZIMA”

Lê mixabin ev fîlm bi dawî nebû ji ber ku Talhet Hemdî çû ber dilovanîya xwedê û koça xwe ji nav me bar kir

Telhet –Hemdî. Di sala 1941 an de ji dayîk bû û sala 2012 li Welatê Urdinê li Oman ê çû ser heqîya xwe.

 

Werger ji Erebî

ehmedmustefa

About The Author