Aha Kurdayetî ev e!

Kurdayetî ne bêdengmayîn e. Kurdayetî ne sersarî û xemsarî ye. Kurdayetî ne bêxîretî û berjewendperestî ye. Kurdayetî ew e ku meriv li her cîhî û li her derê li qewmîyeta xwe xwedî derkeve û li ser Kurdan bêşe. Kurdayetî  ew e ku poz û bêvila meriv bişewite û meriv sînga xwe ji êrîşên ser gelê Kurd re veke.

altan tan

Xalê me Altan Tan di meclîsa Tirko û virqo de lotikek Kurdayetî avêt û serê hinek karmendên Tirko-Laz xist qûna bavê wan. Karmendên Tirklaz Mehmet Cengîz û Hayrettîn Ozaltin di axavtina telefonê de sixêf û dijûnên xerab ji Kurdan re dane. Ev herdu dolheram gellek ji îhaleyên li bakur û başûrê Kurdistanê stendine û li ser pişta Kurdan bûne milyoner. Lê dîsa jî kîrê Kurdan dixin nizanim çiyê xwe û sixêf û dijûnan ji Kurdan re didin, dibêjin „Kurdê herî baş Kurdê mirî ye“.

Ji ber van qehpîtîya wan, xalê me Altan Tan li meclîsê ew herdu dolheram dan ber lotik û zîtirkên Kurdewarî û serê wan xist qûna bavê wan. Altanê me got ku „Van dolheraman sixêf û dijûnên xerab ji Kurdan re dane û divê bên darizandin û cezakirin. Ev xwînheram dibêjin ku „Kurdê herî baş Kurdê mirî ye û sixêf ji dayîk û namûsa Kurdan re dane. Divê serê van xenzîran têkeve qûna bavê wan“ û ajot.

Xalê me Altan Tan herweha lotikek li serok Barzanî jî xist û bala wî kişand ku divê hikûmeta başûrê Kurdistanê hew îhaleyan bide wan dolheraman.

Axir, aha Kurdayetî ev e babam.

Kurd divê wek xalê me Altan Tan Kurdperwer bin.  Divê wek xalê me Altan Tan pozşewat û xwedî xîret bin wesselam..

Bijî Altan Tan!

 

mehmet-cengiz_ 792068 Kopie

 

 

 

 

 

Hayrettîn Ozaltin û Mehmet Cengîz

Enqere

About The Author