Siyasetmedar, şervan û şair: Alîşêr

xelil dalkilicKoçgirî li bakurê rojavayê Kurdistanê ye. Di dîrokê de him bi cografî him jî bi çand û civakî mîna rojavayê Dêrsime tê binavkirin. Mîna parçeyekî Dêrsimê ye. Îro dikeve hêla başûr û rojhilatê bajarê Sewasê. Di dîroka Osmanî û ya Komara Tirk de desthilatdarên Tirk kengê êrîş birine ser Dêrsimê, wê çaxê Kurdên Koçgiriyê jî ji heman zilmê para xwe standine. Mîna Dêrsimê, li Koçgiriyê jî Osmaniyan tu caran nekaninê desthilatdariya xwe saz bikin. Piraniya Kurdên Koçgiriyê bi kurmancî deng dikin, lê eşîr û gundên bi zarava kirmanckî yanî zazakî deng dikin jî hene.

Navê Koçgiriyê bi taybetî bi berxwedana li hemberî êrîş û qirkirina desthilatdariya Îttîhat û Terakkîyê ya bi rêbertiya Mustafa Kemal ya di sala 1921’an de di dîroka Kurdan de cih digire. Paşayê desthilatdariya Tirk, Sakalli Nurettîn bi hevkariya serokê çeteyên girêdayî Mustafa Kemal, Topal Osman di 14’ê adar a 1921’an li Koçgiriyê dest bi qirkirinê dike. Li Zara, Dîvrîgî, Maciran (Îmranli), Hafîk, Refahiye û Kangalê 132 gund tên şewitandin û dora hezar Kurd têne kuştin.
Pêşengiya berxwedana Koçgiriyê endamên Cemiyeta Tealî ya Kurd û serokên eşîreta Koçgiriyê Alîşan Beg, Haydar Beg, Alîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî dikin. Her yek ji vana bi kesayetî û pratîka xwe mînakên pirr girîng ên welatparêziya Kurdî ne.

Dilo yeman yeman…

Ji van ê ku emê bahsa wî bikin, Alîşêr Beg li hinda siyasetvaniya xwe, bi şaîrtî û fîlozofiya xwe jî tê naskirin. Dîroknivîserên dewleta Tirk jî wî wek “şaîrê neteweyî yê Dêrsimê” didin naskirin. Him bi Kurdî him jî bi Tirkî dixwîne û dinivîse. Alîşêr, di helbesta bi Kurdî-Tirkî nivîsandî de berxwedana Koçgiriyê wiha tîne zimên:
Koçgiriyê dest bi şer kir
Dengê wê çû şerq û garbê
Bi arteşek asker hatin
Lê nekanîn li berxwedin

Dilo yeman yeman yeman
Çiyan girte berf û dûman
Me re bişîn Şahê Merdan
Ew dermanê hemû derdan
Dr. Nûrî Dêrsimî di bîranînên xwe de di bahsa Alîşêr de dibêje ku ew hên di sala 1914’an de bi rusan re dikeve têkiliyê û bi navê nûnerê herêmên Kurd Koçgirî, Sêwas, Meletî û Dêrsimê hewldide ku di bin parastina Rusyayê de Kurdistaneke xweser ava bike. Paşê jî heta mirina xwe di hemû berxwedan û rêxistinîbûnên Kurdî û Kurdistanî yên li hêla Koçgirî-Dêrsimê de cih digire, ji wan re pêşengî, îdeologî û serokatiyê dike.

AliserZarife4(1)

Şaîrê welatparêzî û hezkirinê
Piştî qirkirina Koçgiriyê, Alîşêr di Nîsana 1921’ê de bi hevjîna xwe Zarîfe re derbasî Dêrsimê dibe.Heta mirinê jî li wir, li hinda pêşengê berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza dimîne. Tê gotin, ku Alîşêr û Zarîfe bi gotina “heval” an jî “hevalê/a min” bang li hevdu dikin. Zarîfe jî mîna Alîşêr bi doza Kurdistanê re girêdayî ye û bi jiyana xwe, vê yekê li her derê aşkere dike. Diçe kû derê, li wir bahsa doza Kurd û Kurdistanê dike û xwe dide xebata pêşxistina yekîtiya eşîret û gundên Kurdan. Alîşêr jî di her gavên xwe de fikrên Zarîfe digire û bi hev re biryarê didin.
Alîşêr li Dêrsimê jî helbesvaniya xwe dewam dike. Li ser xweza û qehremaniya Dêrsimê helbestan dinivîse:
(Dêrsim) warê şêran e rovî nakevin
Sira rastiyê ye kes pê şik nabin
Gula derwêşan e zalim naçînin
Bi wê re girêdayîye riya Dêrsimê

Di piraniya helbestên Alîşêr de temaya welatparêzî û qehremaniyê xuya bike jî, helbestên wî yên li ser hezkirina xwezayê, evîndarî û baweriya Elewîtiyê jî pir in:
Seba te giştî aşiqan
Mal û milk kirin wêran
Seba te şahê rindan
Ez berbat mebim, çi bikim?..

Alîşêr û hevjîna wî Zarîfe di 9’ê tîrmeha 1937’an de li nêzikî gundê Kafat ê Dêrsimê di şikeftekê de ji hêla hevkarên dewleta Tirk Zeynel, Rayber û Efendî ve tên kuştin. Paşê jî Zeynel seriyê Alîşêr jê dike û dibe teslîmî rayedarên dewleta Tirk dike. Jiyana Alîşêr a mîna helbesteke welatparêziyê jî bi vî rengî bi dawî dibe. Îro ne tenê Kurdên Koçgiriyê, Kurd gişt ji helbestên Alîşêr him welatparêziyê tam dikin him jî jê hêvî û bêhna rojên serbixwe û azad digirin…
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

About The Author