Dengê xwe bidin kandîdatên Kurd û Kurdistanî!

DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ

Hevwelatîyên hêja,

Dengê xwe bidin kandîdatên Kurd û Kurdistanî!

Li Turkiyê, di dawiya meha Adarê de, hilbijartinên şaredariyê pêk tên; bêguman ev hilbijartinên herêmî û yên xizmetê ne. Wekî tê zanîn, xizmeta beledîyan bi alîkarîya erk ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, em, hemû hevwelatîyên xwedîray berî ku dengên xwe bikar bînin vê rastîyê li berçav bigrin û li gor wê helwest bigrin.

Xwezayî ye, ji bo xizmetkirinê kesayetîyên welatperwer û Kurdistanî bihên hilbijartin. Lê mixabin, di rewşa niha de xizmeta ku tê xwestin, nayê dayîn.

PDK_Bakur

Ji ber ku ev hilbijartin yên herêmî ne, kesên ku wek kandîdat têne nîşankirin divê ji herêmê bin; kesayetîyên ji bo partîyên xwe û derdora xwe xizmetê bikin, bin. Ew divê bikaribin xizmeta bajarên xwe bikin da ew bajar di pir waran de bi pêş bikeve.

Kandîdatên Kurdistanî bi kêmasî divê zimanê xwe bizanibin û bi zimanê xwe bi milet re peywendîyê deynin. Da ku êş û elama  miletê xwe fêm bikin. Herweha li Kurdistanê, dema hevwelatî ji bo partîyek siyasî yan jî kesayetîyek dengên xwe bikar tînin, divê kesayetîya kandîdat û rewşa wê partîya siyasî baş li berçav bigrin.

Bi tevî ku ev hilbijartin ne hilbijartinên çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ne, dîsan jî em hêvîdar in ku gel dengên xwe bidin kesayetîyên ku li nirxên netewî xwedî derdikevin. Dengê xwe bidin kesên Kurd û Kurdistanî.

Di van hilbijartinan de serkevtina kesayetên Kurd û Kurdistanî girîng e. Dibe ku hin kes û derdor van hilbijartinan wek hilbijartinên ”çareserîya pirsa Kurd” nîşan bidin, lê rastî ew e ku ev hilbijartin, hilbijartinên xizmetê ne û wek hat diyarkirin ne yên çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ne.

Wek PDK-Bakur, wek hertim hatiye diyarkirin, mafê miletê Kurd yê netewî bingehîn e.

Şeref û şanazî ji bo şehîdên Kurdistanê!

18.02.2014

PDK-Bakur

About The Author