Serok Barzanî tilîyek avêt bin dûvê Reşo

Wek tê zanîn, Amerîkayê bi alîkarîya Kurdan Saddam Hisên têk bir. Û ji wê rojê û vir de, ango ji 2001an û vir de, partîyên wek PDK (Barzanî) û YNK (Talabanî) di lîsteya terorê ya Amerîkayê de cîh digrin. Herdu partîyên ku mezintirîn partîyên başûrê Kurdistanê ne û nûnertîya 4-5 milyon Kurd dikin, di sêyemîn lîsteya terorê ya Amerîkayê de ne. Ev jî di çûna Amerîkayê de serê Kurdan dêşîne û pirsgirêkan ji wan re derdixe.

Berî niha Serok Barzanî serdana xwe ya Amerîkayê betal kiribû. Sedema herî mezin jî mesela lîsteya terorê û helwesta Amerîkayê bû. Piştî helwestgirtina Serok Barzanî û betalkirina serdana xwe, xemsarîyek ket navbera hikûmeta Kurdistanê û Amerîkayê.

Barzani tili
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî bala Amerîkayê kişand ku heta Kurd ji lîsteya terorê neyên derxistin, wê Barzanî serdana Amerîkayê neke. Hikûmeta Kurdistanê ji Amerîkayê xwest ku bi lez Kurdan ji lîsteya teror û terorîstan derêxe û gûyê xwe pakij bike.

Di vê derbarê de Berpirsê Têkilîyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa got, „Heta ev mesele neyê çareserkirin, heta Amerîka gûyê xwe pakij neke û Kurd ji lîsteya terorê neyên derêxistin, wê Barzanî serdana Amerîkayê neke kaka“ û lotikek li Reşo û Amerîkayê xist.

Di vê derbarê de rojnameya Waşîngton Post jî rexne li helwesta Amerîkayê girt û got, „Ev tiştekî anormal e. Bi vê helwestê Amerîka kare serlêdana her Kurdî betal û red bike û Barzanî jî di nav de. Amerîka bi salane sozê dide ku vê pirsgirêkê çareser bike lê dîsa jî nake, ev çi şorbe ye, çi tirşo ye“ û da bin dûvê rayedarên Amerîkayê.

Axir, Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê bi vê helwesta xwe lotikek li Reşo û Amerîkayê xistin û tilîyek avêtin bin dûvê wan. Ka îcar wê bandora wê tilîavêtinê çiqasî bajo û wê Amerîka kengî wê tilîyê ji xwe derxe, xwedê zane…

Waşîngton

About The Author