DIBE POLÎS

Zarokek çar-pênc salî li ser rê bi axê dileyîze.

Polîsek di ber re derbas dibe û jê dipirse: Ew tu çi dikî?

Kurik: Ez polîs çêdikim.

Polîs: Tu çawa polîs çedikî?

Kurik: Ez axê, rîxê, avê û xîzî/qûm têkilyek/tevlihev dikim û dibe polîs.

Polîs çeqekê/şeqamekê li zaro dixe û diçe.

Dotira rojê zarok dîsa bi axê dilîze.

Ê polîs cardin jê dipirse: Ew tu çi dikî?

Zaro: Ez cendirme çêdikim.

Polîs : Tu çawa çêdikî ?

Zaro: Ez axê, avê û xîzî (qûm) têkilyek dikim û dibe cendirme.

Polîs: Lê ka rîxa wê ?

Kurik: Ku ez rîxê bêxim nav dibe polîs….

About The Author