XEM TUNE

Bi sala min dil daye te

Nikarim dev ji te berdim

Ketme xefka te dîlberê

Ez ketime li ber şet im

yara min

Min bikuje min bihêle

Di destê te de me yarê

Ku tu berdî min bi dara

Dîsa bêm bate bi xarê

 

Bûme çûkê di rekehê de

Min bixe rekehê tu zanî

Min ne xem e ez hêsîr bim

Bes ez te bibînim yarê

 

Hawîr dorê min bibin xem

Weke gûlîyên li darê

Razîme di binde  bimeşim

Cenkzêr wê te bixe bin mahrê

 

                12.3.85.

 

 

About The Author