Doxînsistîzm derket

Belê, pirtûkên erotîk û doxînsistîzmê jî ketin nav ref û refikên pirtûkxaneya Kurdî. Devliken Kelogirî lotikek qerase avêt û erotîzma Kurdî ji çand û zimanê Kurdî re kir diyarî.

doxinsist

Devliken Kelogirî pirtûka xwe ya yekem bi navê Doxînsistîzmê derxist. Her çiqas erotîzm û doxînsistî di çand û kultura devkî ya Kurdî de xwedîyê cîheyî berfireh e jî, lê ew neketibû ser rûpelên pirtûkan û nebûbûn berhem. Devliken Kelogirî bi vê lotika xwe ew erotîzma devkî kir pirtûk û berhem û gava yekem avêt.

Em bi navê Lotikxanê vê xebata Devliken Kelogirî pîroz dikin û jê re lotikên xurttir dixwazin.

About The Author