Belê, teknîk ewqasî pêşketiye ku nayê gotin. Çi wêne bin, çi deng bin, êdî kesek tiştekî ji hev dernaxe. Heta meriv îspat û piştrast bike ku ew wêne û deng montaj in, qûn li meriv diqete. Îro li Tirkîyê modeya kasetan derketiye holê. Ew kes yan dezgehên ku ji wan re „paralel dewlet“ (dewleta paralel) tê gotin, kaset li ser kasetan belav dikin û qûşê li siyasetmedaran diqetînin.
Axir, ji vir û pêde hinek hinekan di ser jinên xwe de jî bigirin, wê ew têkevin şik û gumanê ka gelo rastî ye yan montaj e wesselam…
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin