Fêriz û Evdo

devliken-faruqFêriz wergêr e, lê ji mirinê re nabe. Derewîn û ji Keslanê Bexdê Keslantir e. Bîst û çar saetan karê wî araq û doxînsistî ye.
Lê nizanim çawa rojekê karekî pir tê ber destê wî û Fêriz di ber vî karî re nagihêje. Bi tena serê xwe nikare biqedîne. Xwediyê kar jî dilezîne ku zûka rojekê berî rojekê ev kar biqede, lewma jî  Fêriz ji mecbûrî li Evdo digere û jê re dibêje karekî wergerê heye, li ber min pahn bûye, di ber re nagihêjim, heke karê te tune be were em bi hev re çêbikin û perê wê li hev par ve bikin.
Evdo jî him wergêrekî baş e, him jî xwedan kesayeteke paqij e. Kesekî maqûl û durist e. Pêşniyara Fêriz dipejirîne, li ser buhayê wergerê li hev dikin û dest bi kar dike.

International CommunicationsEvdo di nava du sê rojan de karê xwe diqedîne û dibe teslîmî Fêriz dike. Fêriz dibêje, “Kengî min pere ji xwediyê kar wergirt, ez ê li te bigerim.” xatir ji hev dixwazin û ji hev vediqetin.

Şeş meh derbas dibe, deng ji Fêriz nayê. Rebenê Evdo destê wî teng dibe û ji mecbûrî telefonî Fêriz dike. Carekê du caran Fêriz bersiva telefona wî nade. Piştî wê bi hefteyekê dîsa lê digere. Vê carê Fêriz telefonê vedike. Evdo dibêje, “Fêriz kuro, destê min teng e û acîl pere ji min re lazim e. Şeş meh derbas bûn, ji kerema xwe re êdî pereyê min bişîne.”

Fêriz bêhnê li xwe diçikîne dibêje, “Evdo bibore, ez nuha nikarim bipeyivim, ez di binê qeresêla tirekê de me û dikim bi qaçaxî derkevim Ewrûpayê…”
Evdo kejika stuyê xwe dixwirîne û di ber xwe de dike niçeniç û nahletekê li rewşa xwe tîne.

Piştî wê telefonê bi sê rojan, Evdo li sikaka Mîsa Beyoxliyê çav li Fêriz dikeve ku Fêriz û canikek rûniştine bîra vedixwin û kêf kêfa wan e…

Evdo bêyî ku Fêriz bi xwe bihisîne xwe diavêje talda dîwêr û telefonî Fêriz dike. Merheba merheba. Li hal û wextê hev dipirsin û pê ve Evdo dibêje, “Fêriz li ser xêrê be wa ye te xwe gîhandiye Elmanyayê, hevalek anuha li min geriya go, Fêriz li kolanên Munîhê ligel jinan araqê vedixwe. Heke perê te têra vexwarina araqê û niyhandina jinan çêbûye, ka bi xêra gora miriyê xwe heqê wê wergerka me jî ji me re bişîne law…”

About The Author