Partîya Demokrata Netewî ya Kurdistan (PDNK) ava bû, kilîlîlîlîlîlî!

Belê, partîyên me zêde dibin û her roj partîyek nû ava dibe.

Wey xwedê ji Kasimpaşalî Receb razî be rebbî. Bi xêra wî Kurd bêtirs partîyên xwe ava dikin û tew navê „Kurdistan“ jî lê zêde dikin.

Axir, piştî damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê (PDK-T) û Platforma Demokratên Kurd Bakur (PDK-B), niha jî Partîya Demokrata Netewî ya Kurdistanê (PDNK) ava bû. Û ji xwe Hewldana Partîyek Kurdistanî (HPK) jî ji bo damezrandina partîyek Kurdistanî lotikên xwe didomîne.

pdn k

Ê de ya bi xêr qurban..

Hema di navê kîjan partîyê de gotina „Demokrat“ û „Kurdistan“ hebe ji bo xêrê ye wesselam.

Bi xêr û selamet di pêşerojê de emê jî partîya xwe bi def û zirne êlan bikin. Partî Demokratî Lotikxane (PDL)!

http://www.rojevakurd.com/politik/15316-Partya-Demokrata-Netew-Kurdistan-vebVdeo.html

Amed

About The Author