Aydinlik û vîdyoyên Ocalan

Rudaw.net
Aydinlik çi ye?
Aydinlik (bi kurdî Ronahî) kovarek e, lê navê tevgereke siyasî ye jî, ku serokê wê Dogu Perinçek e, yê ku ji doza Ergenekonê girtî ye. Tevger bi navê “Partiya Karkeran” (IP) xwedî partiyekê ye û bi navê “Ulusal Kanal” televîzyonek ava kiriye.
Aydinlik xwe çepgir nîşan dide, lê çepên tirk ji serî ve Dogu Perinçek weke sîxurê artêşê dibînin û kesên ji tevgera wî naxin nava xwe. Di salên dawî de Perinçek têkiliya xwe bi artêşê re eşkere kir. Û bi awayekî hovane siyaseteke nîjadperest diparêze û neyartiya tevgera Kurd dike. Di plangeriya Ergenekonê de, ya ku dixwestin li himberî hikûmeta AKPê derbeyê pêkbînin, tevgera Aydinlikê roleke mezin lîstibû.
Tevî têkiliyên qirêj û piştgiriyên mezin jî, tevgera Aydinlik/IPê di nav gelê Tirk de ti caran nebûye bizaveke girseyî û rewayî bi dest nexistiye.
Çima vêga weşandina vîdyoyên Ocalan?
Ewilî hin zanyarî: Kadroyên IPê û efserên kontergerîllayê weke Veli Kuçuk, Muzaffer Tekin, Levent Ersoz, Atilla Ugur yên ji binemaliya artêşê, li girtîgehê bihevre ne. Herwiha raz û zanyarî dest diguherin, daxuyanî û zanyariyên kesên navborî di Aydinlik û televizyona Ulusal Kanal de tên weşandin.
Ji aliyê din; polîs û dozgerên Cemaeta Gulen (û hikûmetê) bi keysa dozên “Balyoz” û “Ergenekonê” bûne xwedî gellek razên girîng.
Piştî şerê Cemaet û hikûmetê (17.12.2013), gellek partî ketine hêvî û rêzê ku hikûmeta AKPê biruxînin. Pêdiviya wan bi tevgera Kurd heye. Lê bi rêya Ocalan û Erdogan, di navbera hikûmet û PKKê de agirbest û “pêvajoya çareseriyê” heye. Mirov dikare vê weke “hevalbendiyekê” jî bi nav bike. Û di ser de jî, herdu daxuyaniyên Ocalan yên dawî, yên ku ne hikûmet lê Cemaetê şermezar dikin, hêviya partiyên dijberê AKPê di qirika wan de hişt. Jixwe tevgera Kurd xwe li hilbijartinên şaredariyan germ kiriye.
Bi van encaman, hinekên ji tevgera Kurd xeyalşikestî, Cemaet an jî Ergenekon dixwazin avê şîlo bikin. Jixwe Aydinlikê dawiya sala borî dest bi weşandina xwedêgiravî îfadeyên Ocalan kiribû (17-24.12.2013). Dibe ku weşana nivîs û vîdyoyan berdewam bike.
Diyar e ku divê Kurd qet qedr nedin van vîdyoyan. Naveroka vîdyoyan rast e an jî na, pê hatiyê lîstin an jî na, ew ne girîng e. Herçiqas îro bi hikûmeta AKPê re şerekî germ ne di berjewendiya Kurdan de be jî; ji Aydinlikê bawernekirin divê neyê wateya piştgiriya hikûmetê.
Lê rastiya li pişt vîdyoyan?
Tevî şermezarkirina Aydinlikê, divê mirov li ser rastiya Îmraliyê serê xwe biêşîne û ji eşkerekirina bûyerên veşartî re amade be.
Ji bo fêmkirina rastiya Îmraliyê, pêdiviya mirov qet bi van vîdyoyan, an jî li manîpûlekirina wan tine ye. Ezmûna 14 salan têra fêmkirinê dike. Yên bi fermî li ser navê Ocalan bi nivîskî hatine belavbikin, ji naveroka van vîdyoyan gellekî gellekî erjengtir in.
Ocalan kete destê dewleta ku her hovîtî li Kurdan dikir. Dewleta Tirk ewilî vîna qurbanê xwe vala dike, paşê wî dikuje. Em vê taybetmendiya dewletê ji bûyerên Şêx Seîd û Seyîd Riza baş dizanin; ewilî dixapîne, paşê dadileqîne. Ekstrayên bûyera Ocalan hebûn; Tirkiyê ji DYA û YEyê piştgiriyeke tam standibû. Û bi konsepta nû ya navnetewî; serokên partiyên dijber bi gewdeyî nedihatin kuştin, lê vîna wan dihat kuştin.
Ji serî heya îro di babeta Ocalan de bûyer tam wiha ye. Ocalan encameke doza Kurd e. Ew li giravekê bi serê xwe ye. Yên serdestên giravê kengî bixwazin wî bi tevahî dorpêç dikin, nîşanî ti kesî nadin. Ew di destên wan de tenê kulmek hevîr e. Ti şensê Ocalan tine ye, ji bilî bicihanîna xwestinên serdestên wî. Ji “Manîfestoya Parêznamê”,“Komara Demokratîk” û “Konfederalîzma Demokratîk”, heya “Xweseriya Demokratîk” û “pêvajoya çareseriyê”, bûyer ev e.
Dewletê jê xwestiye ku “divê Kurd careke din ji dewlet, ala wê û ji Ataturk hez bikin, yekparebûna Tirkiyê biparêzin, dev ji raman û daxwazên Kurdistanî berdin.” Serdestên Îmraliyê, ji Ergenekonê heya AKPê, ti caran pirsa Kurd qebûl nekirine û nakin. Pirsa wan, di kesayeta PKKê de pelişandina tevgera Kurd e.
Divê mirov rewşê ji kesayeta Ocalan xweser, binirxîne. Divê mirov helwesta Ocalan di nakokiya xweradestkirin û berxwedêriyê de rave neke.
Hûne bêjin madem rastî wisa ye, çima bûyer hewqas sal berdewam e? Hewqas hevdîtin? Pêvajoya Osloyê? Pêvajoya vêga? Çima hewqas tevlihevî?
Jixwe zehmetiya serwextiya bûyerê li vir e. Bûyerê wisa datînin pêşiya me, weke ku pirsa Kurd tenê Ocalan e. Eger wisa bûya, pirs ji zû ve û ji binî ve hatibû çareserkirin. Lê na. PKK heye, şervan, girtî, qurban û şehîd hene, hunermend hene, Kurd hene, dilsozî û evîndariya çand û nasnameya Kurd heye, ango pirsa Kurd heye. Ev diyardeyên rêzkirî pirsa Kurd bi xwe ne û ew rasterast bandora xwe li bûyeran dikin û heya ku yekser rê ji însyatîf û gotina Ocalan re vedikin.
Lê divê em vê rastiya Îmraliyê her tim li ber çavan bigirin, him jî bi hişyariyeke mezin. Eger na, emê her derbarê xwedêgiravî peyamên Ocalan de şîroveyên xelet bikin. Mixabin ev xeletî û xwexapandin serdestên siyaset û çapemeniya Kurd e.
Dixwazim di mijarê de balê bikişînim ser nakokiyeke PKKê û çapemeniya wê. Ev çend car in dinivîsin ku têkiliya Aydinlikê bi JITEMê re heye. Ji xewê şiyarbûna we bi xêr be! Ma dema ku di 1990an de Dogu Perinçek li Bekaayê diçû serdana Ocalan û bihevre wêneyên canecan dikişandin jî, ne zilamê artêşê bû? Ka di dadgehê de li daxuyaniyên parêzerê Ocalan yê ‘hêja’ Irfan Dundar binêrin; Ocalan ji Îmraliyê ew dişand ba Perinçek. Perinçek jî pirtûka Mustafa Kemal jê re dişand! Ma qet gotina we li ser van sosretan tine ye?
Rûdaw

About The Author