Seyyar Gerîllayên HPK dest bi lotikan kirin

Belê, seyyar gerîllayên Hewldana Partîyek Kurdistanî (HPK) dest bi lotikan kirin. Lotika pêşîn bi nasandin û hewldana xwe dest pê kirin. Û lotika duyem jî bi pîrozkirina Newrozê dest pê dikin. Wer xuyaye seyyar gerîllayên HPK daw û delingên xwe hildane û zorî dane xebata xwe. Ciwamêran trimbêla wan di bin wan de ye, bajar bi bajar digerin û lotikên Kurdistanî davêjin. Û cîyê ku trimbêl naçê jî, li ker û hespan siwar dibin û berê xwe didin gund û gundokan û rêxistina xwe ava dikin.

nurio

Di şeva Newroza HPK de wê lotikvanên wek Sabahattîn Yildiz û xanima germik û nermik Nîlufer Akbal beşdar bibin. Helbet lotikvanên di ser û ber re jî hene.

Ê de li ser xêrê be cîgerim. Xwedê ji kesên betal û tiral hez nake ellahwekîl..

bild2

About The Author