LI BAJARÊ WAN Ê CIVÎNA PARTÎYAN

Me di nivîsa xwe ya berê de gotibû ji ber êrîşên BDP ê  partîyên Kurdan ji bo çareserîyê li bajarê Wan ê li hev dicivin.

Doh wan civîna xwe li bajarê Wan ê kirin. AKP, HAK-PAR û HUDA- PAR ji BDP îyan regotin “Bêjin hevalên xwe bela dev ji dev ji van êrîş û lotik û zîtirkan berdin. ”

BDPî yan gotin: “Bi ellahwekîl ew ne hevalên me ne û ev tişt provoqasyon e.”

hudapar Kopie

Partîyên din gotin: “Ma yek provoqasyon, du provogasyon, law ma hemû provoqasyon in babam. Ma ne yên êrîşê tînin ser me sloganên we davêjin û ala we di destê wan de ye wî. Ev çi vir û derew in?”

BDP: “Tamam cîgerim, emê bidin pirsîn bê ka ew lotikvan kî ne.”

HUDA PAR: “Binerin oxlim, em xortên xwe bi zorê zeft û qanih dikin. Em ji we natirsin. Ji xwe em bi qûna hev zanin.Me berê jî şerê we kiriye, niha jî dikarin bikin. Heke heta  çend rojan hûn ji ber van êrîşên xwe lêborînê ji me partîyên dikevin hilbijartinan û ji gelê Wan ê nexwazin, em amadene di kefenê 101 bavê hev nin û li hev xin, îcar hûn zanin.”

Piştî civînê qey xortên HUDA PAR û BDP ê yên propoxandîst  rastî hev tên û di navbera wan de şer derdikeve. Tê gotin ku çend xortên BDP yî bi sivikatî brîndar bûne.

Ji alîyê din, sîxurê Lotikxanê yê di nav meclîsa şaredarîya bajarê Wan ê de weha radigehîne:

“Serokê şaredarîyê Bekir Kaya meclîs civand û ji wan re weha got:

Em êdî hew dikarin ji ber vir û direwan li rûyê miletê xwe binerin. Bawerîya xelkê hew bi me tê. Em dizanin yên me êrîşî partîyên din dikin. Lê em vê înkar dikin. Xelk vî tiştî dibîne û em her ku diçe xwînê winda dikin, ev  tiştekî xurab e,  divê em dev ji van êrîşan berdin” filan û bêvan.

Lê tesîra gotinên Bekir Kaya  li ser BDP îyan bi şik û goman in.

Dema xelk rexnan li propogandîstên BDP ê dikin, BDPî dibêjin li rojavayê Tirkîyê jî êrîşî me dikin û li gor xwe xwe diparêzin.

De ka vêcar çi eleqa dasê û tirê bi hev heye? MHPî yên rojavayê Tirkîyê li kur û HAK-PAR û HUDA PAR a Kurdistanê li kur? Madem hûn ew mêr in, li Wan ê jî MHP heye, herin  êrîşî wan bikin babam, çima hûn êrîşî Kurdan û partîyên wan dikin?

Welhasil, xwedê hivza me ji Evdillah, Fethûllah û Hizbûlllah bike û hew.

Wan

About The Author