Dev ji keran berda, da dû elokan

Belê, Serokê Partîya Kerên Kurdistanê birêz Umer Kilol, partîya xwe sefixand û kerên Kurdistanê bê partî û bê serok hiştin.

Umer Kilol, piştî ku dev ji kerên Kurdistanê berda û pişta xwe da wan, berê xwe da nav refê elokan. Ango ket nav refê YNK û partîya Mam Celal.

Umer Kilol Kopie

Di vê derbarê de kerên Kurdistanê pir ji Umer Kilol aciz bûne û bi sedan emaîl ji Lotikxanê re şandin, gilî û gazindên xwe anîn zimên.

Li ser navê kerên Kurdistanê birêz „Kerê Reş“ di emaîla xwe de çend lotik avêtin Umer Kilol û weha got: „Heyfa mêran. Me bihîst ku serokê me Umer Kilol ketiye nav refê elokxuran, ango nav refê YNK û dixwaze di nev refê YNK de îcar serokatîya elokan bike. Çima law me elok ji keran çêtir in? Yan ji ber ku goştê keran nayê xwarin Umer Kilol partîya me fesixand û bû elokçî?“ filan û fîstan.

Axir, li gor tê gotin, wê Umer Kilol ji niha û pê de di nav refê YNK de mafê heywanên Kurdistanê û bi taybet jî mafê elokan biparêze.

Ê de li ser xêrê be rebbî!

Silêmanî

 

About The Author