Newroz

Ro li min şabû, pencê xwe veda

Ger dest neda min, min bahwerî pê da

Bihar pê şabû, bi gulên rengîn

Kewa çêlik çêkir, neman bê dengîn

Kurds Celebrate Newroz

Devî tirh didan, şalûl li ser xwend

Bi hezar salaye, çek li dest bi bend

Ger ar qedexe kir, li her çar nikar

Lê nevamire qet, bist û yek Adar

 

Ser û ser rohnî da, bi qîmet ne arzan

Tu li kude biner, ji sitêrê azman

Ger kela sed sal be, ling digorîne

Arî pêdixe, bi dilê evînê

 

Çekê nû li xwe dike, bi bêhna miskê

Hinar sor kirine, bi rengê xwînê

Çar gûlik çêkirin, bi hûçkê xeftan

Ew rengê alê ye, ala Kurdistan

 

16.03.89.

About The Author