„78 LER“ÊN BAJARÊ WAN Ê

xalid hekariEm dizanin hinek xwendevanên me niha dibêjin: Ew çî ye Lotikxane hinde giringîyê dide hilbijartinên bajarê Wan ê.

Bajarê Wanê hem di dîrokê de hem jî niha bajarek herî berbiçav yê Kurdistanê,  xasma yê Serhedê ye. Her tim bajarê Wan ê qedera Serhed ê kifş kiriye û îro jî wusa ye.

Bajarê Wan ê  metropola Serhedê ye. Piranîya qezayên Betlîs, Mûş, Agirî, Hekarî û beşek ya Şirnex ê  ticaret, hatin-çûn û tedawîya nexweşên wan li ser bajarê Wan ê ne.

Lewre bajarê Wanê gelek girîng e û ev giringî di hilbijartinan de zêdetir derdikeve pêş.

Di bajarê Wan ê de sîyasetek rezîl, qirêj, berûmet û bi teresî tê meşandin. Êdî kes nizane ka kî çiye û çi diparêze. Yê doh dijmin, xayîn, xwe firoş bû, îro bûye welatparêz û şoreşvanê herî mezin. Ka em lê binerin ka kî bi BDP ê re milmilanê dike.

bdp halay

Îskender Axa yê Şerefanî li Elbakê (Başkale) :

Ev necamêr serokê qurucîyan, qatilê bi 10an gerîlla, serokê mafîya eroyîn, petrol û cigarên qaçax, mirovê Ergenekonê yê herî mezin yê herêmê û hevalê Mehmet Axar ê qatilê bi sedan Kurdan e. Berî niha meh û nîvekê tev li BDP bû û tevlêbûna wî di Wan tv de jî bû xeber.

Celal Batû:

Di dema erdhejê de erzaqê erdhejzedeyan belav dikir. Wî risqê wan erdhejzedeyên ku her tiştên xwe windakirî, nîvî- nîvî ji xwe re didizî. Xelkê Wanê jî pê dizanin. Ew jî li qeza Şaxê namzetê şaredarîya qezayê yê BDP ye.

 Em bên ser 78 ler an:

78 ler hemû şoreşger, sosyalîst, qomonîstên berî 1980an in. Piranîya wan camêrên “necamêr” ketine hepsan, hem ji destê dewleta faşîst, hem jî ji destê Apocîyan zilm û êşkence dîtine. Piştî derdikevin di bin navê 78 ler komeleyekê li bajarê Wanê avadikin û serokê wan jî Şemsetîn Tekva ye.

Ev camêrên “necamêr “ ji alîyê BDP yîyan, xayîn hatibûn îlankirin. Her wiha wan jî  digot “PKK û BDP xayîn in û gelê Kurd difiroşin.” Wan jî berî çend rojan biryar standine ku di van hilbijartinan de piştgirîyê bidin BDP ê.

Vêcar ev çi dahol e çi zirne ye û çi goven de?  Qorucî, mafya, Ergenekoncî, dizên erdhejzedeyan, çepên 78 leran û BDP ketine milên hev, xerzanî û şêxanî milên xwe di govendê de dihejînin û panîyên pîyên xwe li erdê dixin û ji me re dibêjin:

Binerin

Kurdên ehmeq! Emê serê we bipelixînin, kepê we biperixînin û çavên we derînin. De vêcar hûn mêrbin dengan nedin me!

Çar alîyê me girtin diz, keleş û keftar….

Wan

About The Author