Sariyildiz jî xwelî li serê Kurdan kir

Parlamenterên Kurd yên ku ji girtîgehê hatibûn azad kirin, 14’ê meha 3 li Stenbolê bi merasîmekê beşdarî nav Partîya Dewşîrmekirina Gelan (HDP) bûn.

Parlamenterên Kurd Gulser Yildirim, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Faysal Sariyildiz bi fermî bûn endamê HDP’ê. Bi vî awayî 9 parlamenterên HDP çêbûn. Û helbet serokê wan jî Ertûgrûl Kurkçu yê Tirk oxlî Tirk e. Tirk serok û Kurd jî xulamok û nefer in.

hdp

Axir, zewaca wan li hev pîroz û bimbarek be rebbî. Ertûgrûl Kurkçu û Sirri Sureyya Onder ê Tirk zava û Kurdên xwelîliser jî bûk û berbûk in.

Mesela me li ser axavtina Faysal Sariyildiz bû.

Sariyildiz begefendî di civîna çapemenîyê de li ser navê Kurdan çi gotibe başe hûn zanin?

Xwelîya heft gundan li serê Kurdan kiriye, di devê wan de mîztiye û gotiye: „Êdî Kurd hêvîyê di avakirina dewleta netewî de nabînin“ filan fîstan û quzê kerê.

Wey maşelle!

Wey maşelle ji te û Kurdbûna te re!

Wey maşelle ji Halklari Dewşîrme Partîsî re!

Kuro hey xwelîser, tu kîyî ku li ser navê Kurdan avakirina dewleta netewî li Kurdan diherimînî?

Wa te cîyê xwe dîtiye, di nav partîyek Tirkan de bûyî xulamê Tirkan û êdî bela xwe ji Kurdan vekin babam!

Amed

faysalo

About The Author