NADIM KESÎ

Mijgul tîr e bihir kevan, ziman şekir lêvê te şan

Sîngê te yar bax û bistan, şaxê ra di dilde berdan

sevgili

Pora herîr biskên bi gul, çavên te reş ne hewcey kil

Misk û ember her timî şil, awirê tûj derb li min dan

 

Bejna dirêj mîna şivê, xurên ketyê ku dilivê

Heft xwezîka ku min bivê, xew herimand dika bagn dan

 

Tim her wextî her li bîram, ji pêçekê heta giham

Bûye rahêm ketye xwînam, bi şîretî min sûnd didan

 

Pey dikevim di rastê de, çi li çiyê û çi di şûvê

Pirê caran di mizgeftan de, ji Çenkzêr re bûye jiyan

About The Author