REWŞA ABORÎ YA WAN Ê

xalid hekariAborîya bajarê Wan ê gelek xurab e, aborîya Wanê û qezayên wê bi giranî li ser tozê, mazota qaçax, cigarên qaçax û çêkirina avahîyan bû. Toz û mazot hema hema nema. Ji alîyekî dewleta Îranê ji alîyê din dewleta Tirkan pêşîya vî tiştî girtin.

Tê gotin bi tenê di van çend salên dawî de li gundên  Ozalpê yên ser tixûb qaçaxçîyên mazotê yên ji alîyê Pastarên Îranê ve hatine kuştin, bi qasî yên Roboskî ne. Lewra şaredarîya Ozalpê navê kolanek xwe kirine Roboskî. Herçend bi sedan serlêdan, gilî û gazind li ser van kuştinên Îranê  ji dewleta Tirkan re hatibin kirin jî, lê dewletê guhên xwe û çavên xwe girtine û li kesî xwedî derneketine. Kesên hatine kuştin ji kîs me Kurdan çûne.

Rêya cigaran jî ji % 80 hatiye girtin. Qartona cigarên par 8- 10 lîrayê Tirkan bû,  îsal rabûye 20- 22 lîrayan. Li Wanê kesên dixwazin avahîyan çêbikin dewlet destûra ruhsatê nade, bixwe heke bidin jî mesrefên ruhsat, mihendiz, bac ji ya avakirina avahîyan ne kêmtir e. Lewra kes avahîyan jî ava nakin. Bi tenê hinek kesên ku xanîyên wan herifîne, li ser erdê xwe bi alîkarîya qirêdîya dewletê hinek ava kirine.

van

Piştî erdhejê TOKÎ yê gelek avahî çêkirin. Lê ji ber ku mitahit ne ji Wanê bûn, ji xelkê derve bûn, hemû malzemên xwe ji derveyî Wanê anîn.  Heta hostayên wan xwarina xwe jî ji derveyî Wanê anîbûn. Bi tenê ji Wanîyan  çend emeleyên erzan (askarî ûcret) girtin û nan, carnan fêqî û zerzewat dikirîn. Bi kurtî  çi fayda wan ne gehişt bajarê Wanê. Pare/dirav di Wanê de neman. Ji ber hindê jî esnafê Wanê (derveyî markêtan ) hemû deyndar in û nikarin kirêyên dikan, heqê karker û ceryana xwe bidin.

Hinek kesên ku dewlemend in apartimanan, otêlan ava dikin û hinek jî  bi koparatîfan apartimanan ava dikin. Lê ew jî bi gomana ku wê erdhejek din ya mezin çêbibe parên malzeme, karker û esnafan nadinê. Tirsa wan ewe ku wan deynên nedayî ji bo erdheja bê hiltînin û zar û zeçên xwe pê bifilitînin.

Bê goman li Başkale û Geverê parek stûr yê mazot û cigarên qaçax û tozê heye. Ew camêr wê pêşerojê wan paran li Wanê razînin, lê vê gavê newêrin.  Ew jî li benda pêvajoyê û çekdanînê ne.

Bi kurtî rewşa bajarê Wanê bi vî rengî ye. Yezdan bibe alîkarê wan.

About The Author