BDP 108 – HAK-PAR 1

Belê, HAK-PAR lotikek avêt û di hilbijartinan de şaredarîyek bi dest xist. Wey pîroz û bimbarek be..

Me di nivîsek xwe de gotibû “ heke HAK-PAR karibe muxtarekî derxe jî  baş e”. Lê lotikvanên HAK-PAR ê qîma xwe bi muxtarekî nanîn, li şûna muxtarekî serokatîya şaredarîya bajarokê Konukbekler a Mûşê bi dest xist. Mahmût Subaşi li ser navê HAK-PAR ê bû şaredar.

hakpar Kopie

Axir, li gor saloxdanên sîxurên me yên li bajarê Mûşê, dibêjin xalê me Kemal Burkay ji xelê re gotiye “Meraqa nekin, ev lêlê ye û hîna lolo jî maye. Bi xêr û selamet emê di hilbijartinên pêşerojê de çend şaredarîyên din jî bi dest xin û tew ji xwe belkî em têkevin meclîsê jî ellahwekîl” filan û bêvan.

Belê, her tişt bi kar û xebatê dibe. Bêyî kar û xebatê, bê bedel meriv bi ser nakeve. Lotikvanên HAK-PAR ê bi lotikekê şaredarîyek bi dest xistin. Îcar go çend lotikên xurt bavêjin xwedê zane bê wê çend şaredarîyan bi dest xin..

Ê de şaredarîya we li ser xêrê be babam…

Mûş

konuk

About The Author