BDP bû bûk, HDP zava

Belê, lotikvanên BDP biryar dan ku xwe fesix bikin û têkevin bin sîwana HDP (Halklari Dewşîrme Partîsî). Keda bi salan, xwîn û xwêdana Kurdan carek din dikeve bin xizmeta Tirk û çepên Kemalîst û wek her carê kera nîha kefenê 101 bavê Kurdan.

Birastî lo, ma gelo Kurd mane?

Kanîn ew Kurdên ku bi mal û canê xwe, bi şehîdên xwe PKK û BDP anîn van rojan?

Yan wan zarokên xwe ji bo Kemalîstên Tirk şandin serê çiyê?

komik-gelin-damat-2 Kopie

Ew Kurdên ku bi can û malê xwe bedel dan PKK û BDP, li ku ne? Yan gunikreş û zilam di nav Kurdan de nemane ku Kurd partîyên xwe radestî Kemalîstên wek Yalçin Kûçik, Dogû Perînçek, Ertûgrûl Kurkçu, S. S. Onder, Sebahat Tûncer û yên weke wan dikin?

Ê de binerin bê S.Sureyya Onder ê HDP çi gotiye:

„HDP ji bo rêlibergirtina netewperwerîya Kurdan hatiye damezirandin“.

Yanî, ji bo ku Kurd nebin netewperwer û ji Kurdayetîyê bi dûr bikevin, HDP hatiye damezirandin.

Û BDP?

Ha BDP û ha HDP, êdî ferq nemaye. BDP ked, xwîn û xwêdana Kurdan xist bin xizmeta HDP û Kemalîstên Tirk û li ser koka Kurdên xwelîliser rûnişt.

Ma ne ew bûn yên ku Ertûgrûl Kurkçu û S. S. Onder, Sebahat Tûncer, Aysel Tûglûk û yên wek wan Kemalîst li pişta Kurdan siwar kirin?

Belê.

Ha gû û ha rîx, qet ferq tune.

Zewaca wan pîroz û bimbarekbe rebbî!

Bela bi HDP be û ne bi BDP be.

Qe nebe em zanin ku HDP partîya Tirkan e, Kemalîst in û xêrnexwazê Kurdan e.

Lê BDP?

BDP bi salan li ser navê Kurdan çêrîya û berê Kurdan da rêya çûn û nehatinê. Qe nebe belkî bi vê zewaca BDP û HDP çavê Kurdên xwelîliser vebe û dev ji dûviktî û qûnalastina  Tirkan berdin.

Ê de bajo Ertûgrûlko bajoooooooooo!

Te li Qizildereyê nîha qûna hevalên xwe û te îxbarîya wan kir, te xwe di bin kayê de veşart û tu bû „Şoreşgerê bin kayê“. Lê îro tu kirine serokê Kurdên xwelîliser û ew Kurdên xwelîliser qûna te dalêsin law.

Wey dinyayêêêêêêê min di te nîhayê dinyayê!

Stenbol

 

About The Author