Kesera kûr, cardî xort nabim

riza colpanXwezî şivan bimama li ser gaz û tat û deşt û çîyan
Raketama li bin sîya darên mazî, bin gûz û tûyan
Bimirama li ser erdê Kurdistan, warê bav û kalan
Neketama xurbetê ez, li nav kesên xerîb û bîyan

Xwezî bimama li welatê xwe, jibo gezek nanê tisî
Bikişîyama li ser erdê bav û kalan, wek jûjî û kûsî
Bijîyama di şikeftekî da li ser erda sar, bênivîn û kursî
Bimirama li wir tazî û rût, wek baçermok û masî

Ji kevir kuçan, ji newal û neqeban ra bibûma heval
Li pey naxira dewar û pez şivan, min bikutana bilûr û qewal
Biçêrandana pezên xwe li zozanan, vexwarina avên sar û zelal
Êvar-êvar, ber bi gund dagerîyama, tasek dew vexwarina li mal

Bi salan e, keserê jehr kirîye ji min ra jîn û jîyan
Derd û kulan ez kuştim, nemam li ser çêq û pîyan
Dê bimirim li xerîbîyê, dûr î qom û qebîl û xuşk û biran
Li dor meyîtê min negîrin Kûpikîyan, heval û hogir û der û cîran

Çiqas zor e, çiqas zor e, ev rewş û ev hal
Hefte heşt sal pirr zû hatin çûn, êdî ez bûme kal
Ber bi çala kûr diçim, dê ewder ji min ra bibe mal
Gîşt mar û mişk bin li dor min, ez jî ji wan ra heval

Ax li min, ax li min keserê ez kuştim, kesera welêt
Li wir pitik bûm, xort bûm, bextewar, ciwan û pêt
Dijmin ez li wir dûrxistim kirim kerengê ber bi bê, hewarrrrrrrr
Kevir û kuçan xistim, zalimê zalim, ez kirim dîn û şêt

Wext dijmin e, zalim e, wek gurên har û hov
Mêvan e li cîhan her zîndîyek li tev mirov
Her kes rêwîyê ber bi axa reş e, bêguman
Mirin hût e, ji xwînê têr nabe, wek Tirk û Moskov

Nêzik bûyê dijmin, di dest da şûr e
Bêçek û bêhêz im ez, kuştin ne dûr e
Cîyê xwarinê çal e, tarî gora kûr e
Li wir ew e, mar û mişk in, cendeg nêçîr e

Riza me kal û pîr im, bêşûr û çek im
Laşê da hêz nîn e, çito ço rakim?
Serkeftin nabe, qet bawer nakim
Dê bême kuştin, car dî xort nabim.

Navkurd

About The Author