Şevek ji bo Ganî Nar

Kar û xebata wî ên di warê hunerî de ji nêz ve tê zanîn, di dema herî xeter de ku bi kurdî axaftin qedexe bû û ji bo peyvek bi kurdî her roj di kolanan de mirov dihatin kuştin û wendakirin, wî bi stranên xwe moral û hêvîyek mezin dida gelê xwe.

Lê mîxabin piştî bi dehan caran hate binçavkirin û dawî jî zindan, neçar ma ku wek gelek hunermendên din ên kurd malbat, dost û hevalên xwe bihêle derkeve derveyê welat û nekaribe di şîn a dayik, bav û birayê xweda amade bibe û ser saxi bipejirîne…  heta niha  jî ev hesret û dûrbuyîna wî ji malbat û welat her berdewame..

gani nar

Ev demek dirêje ku hun jî dizanin hunermendê kurd ê bi nav û deng bi nexweşîyek giran re rû bi rû ye, lê bi îradeyek mezin li ber xwe dide û rewşa wî roj bi roj ber bi başbûnê ve diçe.

Em carek din dibêjin derbasî be û em hêvîdarin ku di demek nêz de bighêje tendirustîya xwe û hesreta te a bi salan bi dawî bibe…

Her wiha di vê dema nexweşîya girande jî hevalê me Ganî Nar dest ji kar û xebata xwe ya hunerî berneda, bi zor u zehmetîyek mezin albumek nû derxist û pêşkêşî guhdervanên xwe kir,

Me jî wek hevalên wî ên hunermend û dostên ku wî bi tenê nehiştin me xwest em jî ji bo piştgîrîyê Konsertek amede bikin, wefa û sipasîya xwe pêşkêşî wî bikin..

Bê guman di rojên wiha de  em çav li rê ne ku dost û hevalên hunermend, huner hez, sazî û çapemenî bi taybet jî gel me bi tenê nehêlin û li gel me bin.

Ji niha ve em bi rêz û hurmet  sipasîya  hemu sazî û kesayetên ku piştgirîya me dikin û hemu kesên ku wê beşdar bibin dikin.

Bi rêz û hezkirin…

Komîteya amadekar

About The Author