Ma Kurd û exlaq?

Birastî ev exlaq çiye lo?

Gelo Kurdên me di xebata siyasî de exlaq hiştiye?

Axir, wek tê zanîn, PDK-T (Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê) li Tirkîyê bi fermî hat damezirandin û dewleta Tirk navê Kurdistanê qebûl kir. Di dîroka Tirkîyê de cara yekem e ku partîyek bi navê Kurdistanê tê damezirandin û qebûlkirin. Ev lotik lotikek pîroz û cîhê şanazîyê ye. Lê xuyaye lotikên pîroz li xweşîya hinek Kurdên me nayên û li zora wan diçe. Yan divê serokatî û hefsar di destê wan de be, yan na ew karên ku tên kirin ne exlaqî ye.

Di vê derbarê de Serokê Platforma Kurdên Demokrat û serokê berê yê PDK-Bakur xalê me Sertac Bûcak, li televizyona Rûdaw re axivî, rexne li Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDK-T) kir û got: „Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê PDKa eslî PDK-Bakur e,  ji ber wê jî nedibû wê partîyê navê PDKê li xwe kiriba. Ji ber ku ev kar ne exlaqî ye û xebata PDK-Bakur bloke dike“ filan û fîstan.

bucak Kopie

Xalê me Bûcak lotikek sosret û dûrî aqilan avêt û got: “ Tu pêwendîya me bi PDK-T re tuneye, ji ber ku partîya orîjînal PDK-Bakur nek PDK-T ye“ filan û xeftan.

Wey maşelle xalê me Bûcak!

Tu behsa kîjan exlaqî dikî xalo can?

Heta berî çend salan tu PSK î bû (îro jî mejî mejîyê PSK ye), destê rastê yê xalê me Kemal Burkay bû. Rojek bi tenê jî tu nebû endamê partîya bavê xwe (PDKT) a 1965an. Û ji bo xatirê navê batê te hinekan hezbelqeder taca PDK-B dan serê te û te jî bê qeyd û şert, bêyî ku tu rexne li xwe bigirî, bêyî ku te endametîya PDK-B kiribî, te qebûl kir. Îcar tu behsa kîjan exlaqî dikî xalo can?

Û li gor te PDK-T temsîla PDK-Bakur nake ne wilo?

Yan tu behsa PDK-B a 1992 an dikî? Yanî ew PDK-B a çeqilmast?

Yaw qe nebe ew kesên ku îro PDK-T bi dewleta Tirko dane qebûlkirin PDK î ne, ji PDK hatine lo. Ji bo PDKê di zindanan de razane, êşkence dîtine, zarok û nevîyên PDK ne, lê kesên mîna cenabê te? Îcar ew PDKî orîjînal û sifir kîlometre ne, yan hûn?

Werhasilî kelam, Kurdên me di nava exlaq de jî rîtine. Ji bo berjewendîyên xwe exlaq jî kirine pênc pare. Gava li hesabê wan tê behsa exlaq dikin, yan na exlaq nayê bîra wan.

Ê de xwedê kerîm û rehîm e xalo can..

Kî xebatek rasteqîn  ji bo Kurd û Kurdistanê bike, PDKî ew in û hûn sax…

Amed

About The Author