Kilîlîlîlîlî, Arif Zêrevan bû rawêjkarê „Serokê Taxa Jêrîn“

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin kekê me Arif Zirnevan (pardon, Zêrevan) bûye rawêjkarê Serokê Taxa Jêrîn (em nabêjin ha, Arif Zêrevan digot) û terfî kiriye.

Wek tê zanîn û heke bê bîra we, kekê me Arif Zêrevan ji Serok Barzanî re gotibû „Serokê Taxa Jêrîn“ û lotikek lê xistibû. Xuyaye ev paye li xweşîya Kurdekanên me çûye ku kekê me Arif kirine rawêjkarê  Mesûd Barzanî û ew payedar kirine. Ma çima yekî Lotikxanecî nakin rawêjkar û şêwirmend babam? Ji ber Lotikxanecî heqaret li Serok Barzanî nekirine û ew bi „Serokê Taxa Jêrîn“ payedar nekirine. Heke me jî Serok Barzanî piçûk bikira û lotikek lêxista, belkî em jî niha bibûna rawêjkar, şêwirmend yan jî general ma kî zane..

arif bar

Axir, xuyaye ev PDKî û serokên wê tev bûne Maşoîst ellahwekîl. Erê lo, ewên go ji xeber û lêdanxwarinê hez dikin. Law ka li ser kîjan erdê xwedê meriv rastî insanên mîna wan tê? Şeytan dibê rabe ser tapana û heta qiwet nizanim di çiyê meriv de heye, biqîre û bike hawar. Law ma çi zû ew heqaret û sixêfên ku li Serok Barzanî hatibûn kirin, ji bîr bûn?

Lê welleh û billeh ne ecêb e.

Çima hûn zanin?

Ji ber Serok Barzanî demekê gotibû:

„Ez tu milletekî nasnakim ku wek Kurdan zû tiştan ji bîr dike.“

Siphan ji hikmeta xwedê re!

Wer xuyaye ku Serok Barzanî jî zû tiştan ji bîr dike.

Arifê me yê ku heqaret li wî dikir û ew dikir „Serokê Taxa Jêrîn“ îro dibe rawêjkar û şêwirmendê wî.

Ê qey qedera Kurdan wilo ye bavo, qey ji bo terfîkirin û payebilindîyê yan divê meriv heqaretê li başûrîyan bike, yan jî dijminatîya wan bike.

Ma di rastîyê de jî ne wilo ye?

Belê bi şeş telaqên jinberdanê rastî ev e!

Kesên ku heqaretê li wan dikin, wan dikin xayîn û dijminatîya wan dikin, dibin xwedîyê xanî, vîlla, trimbêlên Monîca, rawêjkar û payebilindîyê. Û kesên ku xwedî li wan derdikevin, wan diparêzin û xwe ji wan re dikin mertal, dibin „gîhayê hewşê“ û di çavê wan de reş dibin, bê rêz û bê qîmet dibin.

Ev çi aqil e, çi kesayetî ye, çi lotik û zîtirk in kes nizane..

Axir, wê rojekê aşê rastîyê rast bizîvire û rasto di rastîya xwe re û xwaro jî di xwarîya xwe re derkeve  wesselam…

Ê de hûn li hev pîroz û bimbarek bin yabo qurban…

Swêd

About The Author